Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya Parîsê bibîr anîn

Kongra Star li herêma Cizîrê bi boneya bîranîna 9'emîn salvegera komkujiya Parîsê rêzeçalakiyên cuda li dar xist.

9 ÇILE, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di şexsê sê jinên têkoşer, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Jina Azad a ku zihniyeta desthilatdar red dike, nû kir.

HESEKÊ

Kongra Star bi dirûşma "Bi ruhê Sakîne û Avesta em ê têkoşînê mezin bikin û faşîzmê têk bibin" li bajarê Hesekê ji bo bîranîna her sê şehîdên azadiyê, Sakîne, Fîdan û Leyla semînerek li dar xist.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer de semînerek li hola Reşo ya taxa El-Mûşêrfê ya baja Hesekê hate dayîn.  Bi dehan endamên jin ên navend û saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn.

Piştre hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah di semînerê de li ser jiyana her sê şehîdan axivî.           

Semer Ebdullah soza şopandina rêya her sê şehîdan da.

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek li ser jiyana her sê têkoşeran hate pêşkêşkirin.

ŞEDADÊ

Bi heman mebestê li navçeya Şedadê bi dehan endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û şêniyên navçeyê tev li semînerekê bû ku Kongra Star a navçeyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê li dar xist.

Di semînerê de ku ji aliyê endama Kongra Star a navçeyê Nesrîn Mecdel ve hat birêvebirin, rola her sê şehîdan; Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di berxwedanê de hat destnîşankirin. Her wiha hat diyarkirin her sê jinan deriyê berxwedanê Ii pêşiya hemû jinan vekir ku projeya azadiya ya li hember zulm û zordestiyê temam bikin.

Di dawiya semînerê de endama rêveber a Kongra Star Nesrîn Mecdel got dive têkoşîn were mezinkirin, mîrasa her sê şehîdan were parastin ku ji bo rizgkarkirina jinan tê koşiyan.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mojarê, Kongra Star a bajarê Qamişlo û bi sedan şêniyên navçeyê îro li taxa Girkê Legê bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan bibîr anîn.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li naveresta navçeyê bi dawî bû.      

Di meşê de, endama koordînasyona Kongra Star Zulfe Bedro got: "Hefgirtina têkoşerên me Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan yek ji planên Tirkiyê ji bo qirkirina gelê Kurdistanê ye."

Zulfe Bedro destnîşan kir ku siyaeta dewleta Tirk li dijî gelên azadîxwaz di nav bêdengiya navneteweyî de didom e.

Meş bi dirûmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Til Birak

Bi boneya salvegera 9'emîn a komkijiya her sê têkoşeran Sakîne, Leyla û Fîdan Kongra Star a navçeya Til Birak li navenda rojhilatê navçeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de, rêvebereke Kongra Star Resul Hesen li ser dîroka jiyana her sê têkoşeran de axivî.

Piştre sînevîzyonek li ser dîroka berxwedana şehîd Sakîna hate pêşkêşkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

AMÛD

Li navçeya Amûdê şêniyên 9'êmîn salvegera komujiya Parîsê û şehadeta her sê têkoşeran Sakîna, Leyla û Fîdan bibîr anîn.

Navenda Horî ya Çand û Hunerê li navçeya Amûdê bi amadebûna şêniyên navçeyê çalakiyek ji bo bîranîna her sê şehîdan li dar xist.

Di çalakiyê de endama Kongra Star Tînda Amûdê di şexsê her sê têkoşeran de hemû şehîdên azadîxwaz bibî anî

Tînda Amûdê got tu peyv nikarin her sê tokşeran binirxînin. Em ê li ser şopa Sakîna, Leyla û Fîdan bimeşin.  

Piştre sînevîzyonek bi zimanê Erebî li ser dîroka jiyana şehîd Sakîna Cansiz hate pêşkêşkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî" ye bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa jî bi meşekê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.

Meş ji çerxerêya şehîd Mahsûm a naverasta navçeyê dest pê kir û di kolanên sûka navendê de dewam kir. Di meşê de wêneyên her sê şehîdên û yên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a Çilaxa Nezha Seyfedîn axivî, di kesayeta her sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîranîn.

Nezha Seyfedîn anî ziman ku şehîd Sakîne Cansîz li hemberî siyasetên çiwisandina nasnameya jinan û îradeya wê têkoşiya û bû mînaka jina berxwedêr. Her wiha got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê têkoşîna li ser xeta Sakîne bidomîne.

TİRBESPİYÊ

Bi heman wesîleyê Kongra Star a navçeya Tirbespiyê merasîmeke li hola Siyahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Rêvebr a Kongra Star Kilara Edîsa axivî û detayên komkujiya Parîsê ya li dijî her sê jinên Kurd ên têkoşer vegot û got: "Jinên têkoşer ên ku bibûn sembola azadî û demokrasiyê kirin hedef da ku dengê wan bisekinîne."

Kilara Edîsa bang li hikumeta Fransa û civata navneteweyî kir ku kujeran eşkere bike û wan li dadgehan darizaînin û wiha domand: "Heta ku sûcdara neyên darizandin em ê nesekinin. Her kes dizane ku îstîxbarata Tirk ev komkujî pêk aniye û hinek van sûdaran vedişêrin. Ji bo her sê şehîdan em edaletê dixwazin û tola wan hilînin."

Paşê sînevîzyonek li ser têkoşîna her sê jinên têkoşer hate pêşanda.

Merasîm bi diruşmeyên  "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

 (dx)

ANHA