Li Şehbayê merasîmê salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî

Li Şehbayê bi boneya salvegera yekemîn a vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî merasîmeke hate lidarxistin. Di heman demê de şehîdên komkujiya Parîsê, hatin bîranîn. Her wiha pirtûka `Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê` hate nasandin.

Li Şehbayê merasîmê salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî
Li Şehbayê merasîmê salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî
Li Şehbayê merasîmê salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî
Li Şehbayê merasîmê salvegera vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî
9 ÇILE, 2022   14:57
ŞEHBA

Bi boneya salvegera yekemîn a vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî li kantona Şehbayê, merasîmeke li hola Mîtan a çand û huner ya li navçeya Ehdasê hate lidarxistin. Di merasîmê de şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê hate pêşandan û ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Efrîn-Şehba Zehrîvan Hisên ve beşek ji pirtûka Sekîna Cansiz a bi navê `Jiyana min her tim şer e` hate xwendin.

Piştre endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Efrîn- Şehba Şervîn Nûdem pirtûka` Bigeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê` ya ku ji aliyê navendê ve hatiye derxistin da nasandin.

Şervîn Mûdem got: ''Berhemên bingehîn a şoreşa neolîtîk yên ku li Rojhilata Navîn pêk hatine di hundir pirtûkê de bi aweyekî berfireh tê şîrovekirin. Di hundir pirtûkê de pirsgirêkên civakê yên weke mijara hevberdan û çareseriya tên şîrovekirin."

Pişte ji aliyê endama Navenda Lêkolînên jineolojî Zehîde Mamo ve kar û xebata salekê yên navendê  nirxandin. Ji wan; gelek perwerdeyên jineolojî ji bo sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hatin dayîn. Di heman demê de gelek lêkolîn li ser mijara hevberdanê hatine çêkirin.

Di dawiyê de pirtûka `Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê` li saziyê Rêveberiya Xweser hate belavkirin.  

ANHA