Şêniyên Heleb, Kobanê û Eyn Îsa: Komkujiya Parîsê hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdisatnê ye

Li kantona Kobanê û Helebê bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jin, bi dirûşma "Bi rihê sakîne, Fîdan û Leylayan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin û azadiya jinan misoger bikin" meşiyan. Jinan destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdên komkujiya Parîsê têbikoşin û azadiyê bi dest bixin.

9 ÇILE, 2022   14:51
HELEB

Kongreya Star a herêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên di komkujiya 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Fransa, Parîsê;  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemaz şehîd bûn meşek organize kir.

Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl, partî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Cewherî li pêşiya Jêrzemîna Yasîn a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û dest bi meşê kir.

Meş li ber parka Efrîn a li taxa Eşrefiye rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongra Star Hêvîn Silêman axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk pêkanîna sûcan li dijî sivîlan didomîne.

Hêvîn Silêman bang li civata navneteweyî  û rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û dive hesab ji dewleta Tirk bixwazin ku sûcan li dijî zarok, jin û gelên herêmê bi giştî pêk tine.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Îbiş her sê şehîd bi bîr anîn û wiha got: "Şehîd Sakîne berhema dîroka Dêrsim, Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn e û ji bo parastina baweriyên xwe yên fikirî serî li dij derdora xwe hilda."

Fatme Îbiş wiha domand: "Sakîne di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê dikoşiya. Ji lew re sûcdaran xwest, bi rêya pêkanîna komkujiyekê li dijî her sê têkoşeran, derbeyekê li têkoşîna azadiya jina Kurd bidin."

Fatme Îbiş bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina jinên Kurd ên têkoşer û got ew vîna wan û vîna gelê Kurd hedef digire, Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye dike, dengê azadî û demokrasiyê tune dike.

Meş bi diruşmên silavkirina şehîd, berxwedana gel û gerîlayan bi dawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi sedan şênî ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Kobanê û bîranîna komkujiya şehîdên Parîsê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên Kobanê li Qada Şehîd Egîd kom bûn û beşdarî meşa Koordînasyona Kogra Star a herêma Firatê li dar xistiye, bûn. Meş ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Kobanê û bîranîna salvegera 9’an a her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku di komkujiya li Parîsê de bi destê MIT’a Tirk di 9’ê Çileya 2013’yan de şehîd bûbûn hat lidarxistin.

Meş ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad a li naverasta bajêr ve dest pê kir, di meşê de diruşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk hatin berzkirin. Her wiha wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên "Bi rihê Sakîne, Fîdan û Leyla em ê faşîzmê û dagirkeriyê têk bibin û metoda jinan misoger bikin", "Erdogan kujerê jin û têkoşeran e" û"Peymanên wê me dikujin" hatin hildan.

Li Qada Jina Azad şêniyan deqeyeke rêz girt, dûvre endama Meclisa Edaleta Jinan a herêma Firatê Felek Yûsif axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst hewl dide vîna jinan bişikîne. Lê têkoşîn û vîna wan a azad ji hedefgirtinên dagirkeran mezintir in."

Meş bi diruşmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

EYN ÎSA

Jinên koçber ên ji Girê Spî ku li Eyn Îsayê salvegera şehadeta her sê têkoşeran Sakîne Cansiz û hevalên wê bi rêya sînevîzyonekê li ser têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) bi bîr anîn.

Koordînasyona Kongra Star a kantona Girê Spî ev bîranîn organîze kir, tê de bi dehan jinên Eyn Îsa û jinên koçber ên kantona Girê Spî ya dagirkirî amade bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre sînevîzyonekê li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û merheleyên têkoşînê heta bi komkujiya ku li dijî wê û hevalên wê li Parîsê pêk hatiye hate pêşandan.

Her wiha rewşên siyasî û leşkerî di dema şehîd Sakîne de û komploya navneteweyî bi taybet a ji hêla dewleta Tirk ve li dijî têkoşer û azadîxwazan hate pêşandan.

Ji wê zêdetir jî girîngiya fedekariyê ya ji hêla têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdisatnê û şopandina rêça têkoşeran da ku azadî pêk were, hatin bibîrxistin.

Şehîd Sakîne Cansiz li Dêrsimê di 1957’an de hate dinê û di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê tevî Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin şehîdxistin.

(fr)

ANHA