​​​​​​​Mihemed Şahîn bêdengiya hêzên garantor a li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û gundewarê wê şermezar kir û got: "Rûsya û Amerîka berpirsên vê êrişê ne. Divê şênî baldar bin dibe ku di demên bê de êriş zêde bibin."

​​​​​​​Mihemed Şahîn bêdengiya hêzên garantor a li hember êrişên dewleta Tirk şermezar kir
9 ÇILE, 2022   09:37
KOBANÊ

Şahîn ji ajansa me re axivî û got: "Ev ne cara yekemîn e ku bajar û gundewarê wê tê hedefgirtin. Dewleta Tirk ji dema ku Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, Kobanê û gundewarê wê topbaran dike."

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Kobanê û 6 gundên girêdayî wê topbaran kirin. Di encamê de sivîlek şehîd bû û 12 kes di nav de jin û zarok hene birîndar bûn ku rewşa gelek ji wan xeter e.

Mihemed Şahîn wiha domand: "Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker di rojên bê de dê êrişên xwe zêde bike. Ji ber wê divê aliyên berpirs li berpirsyariyên xwe xwedî der kevin."

Şahîn diyar kir ku hêzên garantor; Rûsya û Amerîka berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne û wiha pê de çû: "Berpirsyariyên wan mezin in. Êdî ji wan re her tişt zelal bû. Baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî du salan ve dem demê komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne û ruxmî wê jî bêdeng in."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bang li gelê herêmê kir ku tedbîran bigirin û bi mîna van êrişan bi bandor nebin. Her wiha piştrast kir ku bi vînê gel dikare tiştên mustehîl pêk bîne.

(şx)

ANHA