Civîna parlamentoya Iraqê destpê kir

Civîna yekem a parlamentoya Iraqê îro destpê kir.

Civîna parlamentoya Iraqê destpê kir
9 ÇILE, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Cotmeha 2021’an de li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêk hatin, ji wê rojê heya niha hikumet nehatiye avakirin.

Îro piştî hilbijartinan, car yekem parlamentoya Iraqê dicive. Civîna Parlamentoya Iraqê di saet 11:30’an de destpê kir.

Wê Mehmud Meşhedanî, serokatiya civîna îro bike. Tê payîn îro serokê parlamentoya Iraq û 2 cîgirên wî bên hilbijartin.