'Em ê piştgiriya xwe ji ciwanan re bidomînin'

Bertekên gel ên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê didomin. Jinên Kobanê diyar kirin ku dê dayikên Rojava piştgiriya xwe ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan re bidomînin.

'Em ê piştgiriya xwe ji ciwanan re bidomînin'
9 ÇILE, 2022   08:27
KOBANÊ

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişên li ser bajarê Kobanê de, bêdeng namînin. Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de bi rêya balafirên bêmirov êrişên xwe yên li ser welatiyan zêde kiriye.

Welatiya bi navê Emîra Bîlal a ji kantona Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şermezar kir û got: “Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrişî me bike, wê nikaribe vîna gel bişkîne."

'JINÊN BIRÊXISTINKIRÎ DIKE HEDEF'

Emîra Bîlan diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêka damezirandina wê ve di sala 1978’an de û heta niha bi naskirina nasname û dîroka xwe, hewl daye jinan bi rêxistin bike û mafên wê biparêze, ji vê yekê dewleta Tirk jinan dike hedef.

Welatiya bi navê Semîra Helac destnîşan kir ku dayikên Rojava dê her tim piştgirî û destekê bidin Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên têkoşer.

Welatiya bi navê Cîhan Mehmûd Derwîş nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û ji xayînan re got: "Êrişên bi vî rengî wê îrade û hêza gelê herêmê û israra wan a berdewamkirina têkoşîna li dijî faşîzma Tirk xurt bike."

Cîhan Mehmûd Derwîş anî ziman jinên Rojava bi hêz, îrade û rêxistinbûna xwe wê karibin dewleta Tirk a dagirker têk bibin.      

Jina ciwan a bi navê Dîcle Qito, komkujiyên dewleta Tirk a dagirker  ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Her şehîdek hêza jinên herêmê zêde dike."       

Dewleta Tirk a dagirker nêzî sê meh in êrişên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Di êrişa roja 25'ê Kanûna borî ya bi balafira bêmirov a biçek a ya li ser Kobanê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn.

(dx)

ANHA