Serokek Tevgera Sedir hate kuştin

Li parêzgeha Mîsan a Iraqê serokek Tevgera Sedir hate kuştin. Parlamenterên Tevgera Sedir jî bi cilên spî ketin avahiya parlamentoya Iraqê.

Serokek Tevgera Sedir hate kuştin
9 ÇILE, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Mîsan a Iraqê serokek Tevgera Sedir Muslîm Îdan Keeb hate kuştin, cenazeyê wî di nava gelaşê de hate dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku îro civîna yekemîn a parlametoya Iraqê ye. Parlamenterên Tevgera Sedir jî bi cilên spî ketin avahiya paramentoyê.

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê Tevgera Sadir bi 73 kursiyan di rêza yekem de cih girt.