Bavê Ebdo Henîfî ku lingê wî di êrişa dewleta Tirk de jêbûye: Rewşa kurê min kirîtîk e

Bavê zarokê bi navê Ebdo Henîfî ku lingê wî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Kobanê jê bûye, Mistefa Henîfî piştrast kir ku rewşa kurê wî kirîtîk e û rewşa malbata wî ku gelek endamên wê birîndar bûne jî ne baş e.

Bavê Ebdo Henîfî ku lingê wî di êrişa dewleta Tirk de jêbûye: Rewşa kurê min kirîtîk e
9 ÇILE, 2022   08:12
KOBANÊ

Mistefa Henîfî yê ji gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê ji ajansa me re axivî û got: "Em li pêşiya malê rûniştibûn. Ebdo jî li pêşiya malê dilîst. Ji nişkan ve top bi ser me de hatin. Di encamê de 2 zarok û 4 jin ji malbata min birîndar bûn."

Mistefa Henîfî wiha domand: "Rewşa Ebdo ne baş e bi taybet piştî ku lingê wî hat qutkirin. Rewşa hevjîna min û xwişka wê jî ne baş in û ew niha li nexweşxaneyeke Reqayê ne. Rewşa hevjîna birayê min gelek xeter e û ew jî birin nexweşxaneyeke Minbicê. Rewşa hevjîna birayê min ê din jî, hinekî baş e û li nexweşxaneyeke Kobanê tê dermankirin lê rewşa keça wê ya yeksalî ne baş e ji ber ku bermahiyên topan di lingê wê de ye."

Tê bibîrxistin ku duh bi şev dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de 12 welatî di nav de jin û zarok hene birîndar bûn û welatiyek ji gundê Xanê şehîd bû.

Her wiha gundên Til Hacib, Qeremox, Goran, Xanî, Serzorî û Gultepe li rojhilatê Kobanê hatin hedefgirtin.

Ji bo piştgiriya zarokê Ebdo Mistefa Henîfî ku di encama topbaranê de lingê wî jê bûye, li ser malperên tevna civakî hemleya Haştagê bi navnîşan "Ez ne terorsît im lingê xwe dixwazim" hat destpêkirin.

(şx)

ANHA