Malbatên şehîdan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûnî nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê da.

Malbatên şehîdan ên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
8 ÇILE, 2022   15:22
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê kom bûn û derbarê êrişên îro yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê de daxuyanî dan.

Hevserokê meclisê Gêlo Elî daxuyanî da, êrişên îro yên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kir û got: "Ev êriş ne ya yekemîn e, lê ji destpêkê şoreşa Rojava ve êrişên bi vî rengî hene. Em wekî xelkê Kobanê, bi taybet malbatên şehîdan li ser axa xwe bin, ew sozên ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe ku ev êrişên wiha û yên jê mezintir wê me netirsîne."

Gelo Elî destnîşan kir ku armanc ji van êrişan şêniyan careke din bide koçberkirin û tirsê bixe dilê wan û wiha pê de çû: "Em wekî xelkê Kobanê, herêma Firatê, di serî de malbatên şehîdan me ev tirs derbas kiriye, hesabên Erdogan û hevalbendên wî şaş in. Ji ber ku ev welat bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ji ber vê yekê em tu caran gavan şûnde navêjin. Em li vir soz didin Kobanê, soz didin şehîdên xwe, soz didin rêber APO û soz didin gelê Kobanê ku em ê li hemberî van êrişan li ber xwe bidin."

ANHA