Kombûna Jinan a Zenûbiya: Têkoşîna li ser xeta Sakîne, Fîdan û Leylayan wê bidome

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Parisê bi bîr anî û got, têkoşîna jinan a li ser xeta Sakîne, Fîdan û Leylayan wê berdewam bike.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Têkoşîna li ser xeta Sakîne, Fîdan û Leylayan wê bidome
8 ÇILE, 2022   15:04
TEBQA

Bi boneya salvegera Komkujiya Parisê ku di encamê de têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên nivîsgehê ji aliyê endama Komîteya Aborî ya Nivîsgehê ve Raniya Bîtar ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Piştî 9 salan ji sûcê hovane ku MIT a Tirk 2013`an li dijî şehîd Saknîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk anî, hîn jî dosya bûyerê girtîye û hesab ji sûcdaran nehatiye xwestin. Ev jî rûyê rast yê dewletên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin ji wan Fransa, eşkere dike.

Fransa rastî ji cîhanê re zelal nekir, bêdengiya wê jî nîşaneya hevkariya ji sûcê li dijî wan têkoşeran e ku ji aliyê AKP`ê hatiye kirin. Li aliyekî din jî jinên azad ên li dijî hişmendiya wê ya destpotîzim disekinin, dike armanc.

Mîna vê komkujiyê sala 2016`an li Silopiya li dijî têkoşer Sêvê, Pakize û Fatime dûbare bûn. Bi vê yekê asta hovîtî û êrişê li ser jina azad ên ku li adaletê digire  careke din hate isbatkirin. Ku.

Lê cîhan kesên ku piştgiriya rêxistina DAIŞ`ê dikir ku jin bi taybet hedef digirt, her wiha sûcên çeteyên artêşa Tirk li bajarên Sûriyê yên dagikirî ku hîn jî heta roja îro dewam dike ji bîr neke. Ji van sûcan qetilkirin, îşkence, revandin û sûcên dermirovî ku hîn jî li dijî jinan pêk tê.

Têkoşîna jina azad dê berdewam bike û şoreşa wê jî dê agirê berxwedanê di dilê me de vêxe û dê israra me ya li dijî siyasetên derexlaqî  yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan bi taybet dide meşandin, xurttir bike.

Di dawiyê de em bang li aliyên hiquqnas û rêxistinên mirovî dikin ku doza şehîdxistina şehîdên me yên têkoşer bişopînin û hesab ji kesên plankirin bixwazin."

(eh)

ANHA