Li Efrînê revandina welatiyan bê navber didome

Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, 4 welatiyên din ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Li Efrînê revandina welatiyan bê navber didome
8 ÇILE, 2022   14:46
ŞEHBA

Çavkaniyan ji gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê ya dagirkirî diyar kirin ku  çeteyên navê polîsên leşkerî li xwe dikin ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên Kurd ji gund revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatin revandin wiha ne; Cîhad Berekat (35), Xebat Mihemd Hebeş (30), Elî Mistefa Hebeş û Mihemed Subhî Hemo.

Çeteyan ji bo serbestberdana her yekî 6 hezar lîreyên tirkî ji malbatên wan xwestine.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan, Mihemed Subhî birin navenda ewlehiyê ya li navenda bajarê Efrînê û hîna çarenûsa wî ne diyar e.

ANHA