Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef

Birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên Kobanê û malbatên wan, êriş şermezar kirin û got, dewleta Tirk welatiyan dike hedef.

Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef
Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef
Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef
Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef
Birîndarên êrişa Kobanê û malbatên wan: Tirkiyê welatiyan dike hedef
8 ÇILE, 2022   15:39
KOBANÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker danê nîvro di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de yên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî ve Gultepe topbaran kirin.

Dewleta Tirk bi topan 4 dever ji bajarê Kobanê kir hedef. Top li pêşiya goristana Şehîdan a li ser rêya başûrê bajarê Helebê, pêşiya Şîrketa Newroz a naverasta bajêr, pêşiya bazara sebzeyan a bakurê bajêr û Girê Miştenûr ketin.

Di encama topbaranê de Îbrahîm Şerîf ê bi navê "Eşqer" tê naskirin şehîd bû. Şerîf rûspiyekî gundê Xanê yê rojhilatê Kobanê ye.

Her wiha di êrişa li ser  gundên rojhilatê Kobanê de jî 12 welatî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e ku li nexweşxanyeke Kobanê têne dermankirin.

/ar/uploads/files/2022/01/08/140546_jrha-alqsf-altrky-ala-kwbany-wthwyhm-trkya-tsthdf-almdnyyn-alazl-28729.webp

Têkildarî êrişa li ser gundê Qeremox, welatiyê bi navê Mistefa Henîfî yê ji gund got: "Dema ku top hatin avêtin em li malên xwe bûn. Ji malbata me 6 kes birîndar bûn û birînên hinan giran e. Lingê kurê min ê 4 salî hate jêkirin."

Mistefa Henîfî destnîşan kir ku dewleta Tirk bêserûber welatî, di nav de jin û zarok kirin hedef û bi dehan top li gund ketin.

Li aliyekî din jî Narîn Şukirî Beşar ku di êrişa li ser bajarê Kobanê de birîndar bûye got: "Dema pêşiya Şîrketa Newroz hate topbarankirin, ez û kurê xwe diçûn mala bavê xwe. Destpêkê min tu tişt nedît, lê piştre min dît ku ez di lingê xwe de birîndar bûme û min rakirin nexweşxaneyê."

Li ser sedema êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan Narîn Beşar ev pirs kir: "Em sivîl in û dewleta Tirk sivîlan heded digire, gelo çima sivîl bi taybet? Çi ji me dixwaze?"

Li gorî Rêveberiya Nexweşxaneya Kobanê; navên birîndarên topbarana Kobanê û gundewarê wê wiha ne:

Narîn Şukirî Beşar (25).

Mezlûm Bekir Teyîb (36) li Sûq El-Hal.

Cîhan Mele Osman Salih (25) li gundê Gultepe.

Mihemed Behaedîn Elî (35) li Sûq El-Hal.

Besne Salih Henîfî (24) li gundê Qeremox.

Şêrîn Seîd Henîfî (27) li gundê Qeremox.

Gerîla Celal Ebdullah (36) li gundê Qeremox.

Ebdo Mistefa Henîfî (4) li gundê Qeremox.

Yawir Îbrahîm Henîfî (Sal û 6 meh) li gundê Qeremox.

Hemûd Meter Xafilî (25) li gundê Girbênav.

Adil Kîtkanî (30) li Sûq El-Hal.

Xalid Mistefa Beşar (5) li pêşiya Market Newroz di milê xwe de birîndar bû.

(eh)

ANHA