Pirsgirêka Sûriyê tê asêkirin

Pirsgirêka Sûriyê tê asêkirin
8 ÇILE, 2022   08:09

ŞUKRU GEDÎK

Şerê navxweyî Sûriye wêran kir. Ji ber trajediyên mezin ên wekî wêranî, komkujî û koçberiyê, nikare xwe ji vê belayê xelas bike. Sûriye ji kelehên dawîn ên netewedewletê yên li Rojhilata Navîn bû û êdî wêran bûye.

Bihara Ereban bi xwekuştina ciwanekî dest pê kir û li gelek welatên Ereban belav bû û herî dawî ev ba li Sûriyê bû bablîsok. Şer li Sûriyê ket kêm nebû. Derketina hêzên muxalefetê yên li dijî rejîmê hevsengî guherandin. Şerê navxweyî yê Sûriyê ku ji bo komên çete bûye şerê girtina cihekî, bi DAIŞ'ê re girantir bû. Di nava vê kaosê de Kurdan bi polîtîkayên xwe yên parastin û çareseriyê hewl da rêyekê bibinin.

Di demekê de ku terora DAIŞ'ê har bûbû, ji bilî Kurdan tu hêzek tune bû ku li ber xwe bide. Berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê bû destpêka qonaxeke nû û serkeftina li Reqayê jî ji bo DAIŞ'ê bû têkçûneke mezin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê di hemû dan û standinên dîplomatîk û têkiliyên siyasî yên navneteweyî de dewleta Tirk ji bo çeteyan ci cihekî ewle geriya û di dawiyê de Idlib kir baregeha rêxistinên terorîst. Her wiha mudaxele li şerê Sûriyê kir û piştre dest bi dagirkirinê kir. Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin.

Dewleta Tirk demografiya herêmên dagirkirî guherand. Pereyê xwe li wan devran ferz kir. DI serî de perwerde, sazî ava kirin û rêveber lê erkdar kirin. Li van herêmên dagirkirî her roj sûcê şer dike. Ev hemû qaşo bi armanca çareseriyê û bi erêkirina hêzên cîhanî pêk tên.

Kurdan DAIŞ têk bir, bi Ereban re organize bûn û derketin ser dikê û rêveberiyeke xweser ava kirin. Vê yekê ji bo siberoja Sûriyê modeleke nû afirandin. Tevî ku ev model ji bo gelan çareseriya herî maqûl bû jî, hate paşguhkirin. Tevî serdanên fermî yên dîplomatîk ên li paytextên Ewropayê, Koşka Spî û Kremlînê jî, naxwazin bigihêje statuyeke fermî.

Hêzên navneteweyî yên li Sûriyê, li ser pirsgirêka Sûriyê arîşeyên siyasî û leşkerî zêde kirin. Ji ber ku bi rastî jî ne ji bo çareseriyê ne, her ku diçe pirsgirêkê mezintir dike.

Di serî de derket holê ku ew di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ne samîmî ne. Heke bi rastî jî têkoşîn li dijî DAIŞ'ê bûya, Idlibê di vê rewşê de nedibû.   Li gel êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê, DAIŞ û komên çete yên mîna wê li erdnîgariya Kurdan bi cih nedibûn. Li ser Rojava bi rojane bombebaran û sûîqest çênedibûn. Bi hezaran mirovên ji cih û warên xwe bûn, neçarî jiyana li kampên penaberan nedihatin kirin. Nedikarîn xweza, dîrok û çanda Efrînê tune bikin û nedikarîn mirovan birevînin û tecawizê lê bikin, îşkence û sûcên din bikin. Hewl didin DAIŞ'ê vejînin da ku tolê ji ji Kurdên hildin.

Di rojeva DYA û hêzên Koalîsyonê, Rûsya û rejîma Esad, Îran, Tirkiye û  hemû hêzên têkildarî Sûriyê de polîtîkayên mayînde yên çareseriyê nîn in. Rêyên bi navê çareseriyê tên pêşkêşkirin, rê li ber komkujiyên li dijî Kurdan vedikin û armanc dikin ku destketiyên wan ji holê rakin.

Yên ku li Cinêv, Astana, Soçiyê têne cem hev, statuya ku li Rojava derketiye, tune dihesibînin. Hebûna hêzên derve, bi taybetî dewleta Tirk li qadê, bêçareseriyê kûrtir dike.

Çarenûsa pirsgirêka Sûriyê hê jî ne xuya ye. Daxwazên Rûsya û DYA’yê jî her ku diçe cudatir dibin. Ji ber vê yekê, xuya ye bala wan li ser Sûriyê wê di destpêka rewşa heyî de nebe. Hebûna rewşa heyî konjonkturekê pêşkêş dike ku ji bo her du hêzan guncawtir e ku demeke dirêj li Sûriyê bimînin. Ji ber vê yekê çareseriyeke mayînde hîna di rojeva wan de nîn e. Pirsgirêka Sûriyê hatiye asêkirin.  

Argumana ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ niha êdî bûye derew. Li şûna ku DAIŞ'ê biqedînin, DAIŞ'eke qelsbûyî bi kêrî wan tê. Heke li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke rasteqîn bihata meşandin, pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk venedibû, nedikarî pêşî li têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bigire. Hebûna dewleta Tirk a li Sûriyê DAIŞ'ê xurttir dike. Her roj gundan bombe dike, mirovan direvîne û cih ji çeteyan re vedike.

Divê mirov ji bîr neke ku bêçareserî jî çareseriyek e û dibe ku senaryoyên xerabtir jî derkevin. Bi taybetî rêveberiya xweser a Rojava neçar e bi pêkhateyên xwe re hîn bêhtir organîze bibe û stratejiyên ku wê di platformên çareseriyê yên navneteweyî de temsîl bike, amade bike. Teqez divê li dijî gefên mêtingeriyê û polîtîkayên şantajê yên ji derve, mekanîzmayên li ser esasê hêza cewherî xurttir bikin.

Çawa ku Iraq piştî destwerdana derve nekarî baş bibe, pirsgirêka Sûriyê dikare xirabtir bibe. Ji ber vê yekê divê pêkhateyên gel li gorî rewşa şer werin birêxistinkirin. Hem ji aliyê fikrî hem jî fîzîkî ve amadebûn ferz e. Ev rastiyek e û ne mimkûn e ku mirov ji wan bireve.