​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek li gundewarê başûrê Reqayê bêbandor kir û gel hişyar kir ku ger cismekî xerîb dîtin tavilê agahiyê bidin navendên li nêzî xwe.      

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Reqayê mayînek bêbandor kir
8 ÇILE, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, gilî ji navendeke ewlehiyê re hat pêşkêşkirin ku cismekî  xerîb li herêma El-Kesret li gundewarê başûrê Reqayê heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî tîma endazyariyê çûn cihê hatiye nîşankirin.

Piştî lêkolînê hat eşkerekirin ku ew şekil mayîn e û ji bo teqînê amade ye. Tîma endazyariyê ew mayîn bêbandor kir.         

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hişyarî da welatiyan ku her cismekî xerîb bibînin, agahiyê bidin navenda herî nêz.        

(dx)