‘Ez amade me canê xwe jî ji bo tevgera azadiyê bikim qurbanî’

Kesayetê welatparêz Hac Ferhan Îbrahîm got damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hêviyên gelê Kurd geş kirin û Kurd ji koletî û neheqiyê rizgar kirin.

‘Ez amade me canê xwe jî ji bo tevgera azadiyê bikim qurbanî’
8 ÇILE, 2022   02:55
QAMIŞLO- KADER ÎBRAHÎM

Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbaz, gazên jehrî û çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî qedexekirî, êrişên xwe yên li ser gerîla li çiyayên Kurdistanê didomîne û hewl dide Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji civaka Kurd dûr bixe.

Kesayetê neteweyî û bavê şehîd Baz Bîran, gerîla Rêdûr û gazî Egîd; Hac Ferhan Îbrahîm diyar kir ku ji destpêka damezirandina PKK’ê ve dagirkeriya Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide hebûn û rola wê li Kurdistanê lawaz bike û got: "Dema ku partî hat damezirandin, em wekî gelê Kurd me hêviya xwe bi rizgariya ji koletî û neheqiyê dît û em li gorî prensîbên wê bûn."

Hac Ferhan Îbrahîm diyar kir ku dema ku wî di sala 1989'an de li Tirbespiyê bi rêya pirtûkên rêber Abdullah Ocalan ramanên wî dixwend û bi kadroyên partiyê re hevdîtin dikir, dît ku ev partî ji partiyên din cuda ye, bi taybet dema ku yek ji ciwanên herêmê tev li partiyê bû û di kesayet û zîhniyeta wî de guhertineke mezin çêbû û got: "Ji ber vê yekê em bûn alîgirên partiyê û me hemû derfetên xwe xistin xizmeta wê."

Hac Ferhan têkoşerên destpêkê ên navçeya Tirbespiyê yên ku tev li partiyê bûne û ji bo doza gelê Kurd şehîd bûne, bi bîr tîne, wekî şehîd Luqman, şehîd Nezîr, şehîd Selman û şehîd Xebat Dogan ku bandoreke mezin li ser gelê herêmê kirine. Lehengiya şehîd Diyar û Devran bi bîr tîne û dibêje: "Her hevalek ji wan moralê dide te ku tu sed salên din berdewam bikî."

‘DEWLETÊN DAGIRKER HEWL DA GELÊ KURD TUNE BIKIN’ 

Hac Ferhan destnîşan kir ku dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hewl didin bi rêya ol û zîhniyeta neteweperest hebûna gelê Kurd bi dawî bikin û mîrata Kurdan ji holê rakin, ji ber ku ev dewlet li ser zîhniyeta ‘yek al û yek dewletê’ hatine avakirin. Lê PKK’ê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan karîbû gelê Kurd ji bo parastina doza xwe û ji van ramanan û rizgarkirina ji koletiyê, ber bi ewlehiyê ve bibe.

Hac Ferhan destnîşan kir ku tecrîda îro li ser rêber Ocalan tê meşandin hewldana şikandina vîna gelê Kurd e, ji ber ku rêber Ocalan di girtîgeha Tikriyê de di fikra xwe de azad e.

Hac Ferhan wiha lê zêde kir: "Hinek hewl dan me ji ramana rêber Ocalan dûr bixin. Me berê li ser bingeha neteweperweriyê kar û hizir dikir, lê PKK'ê nêrîneke wê ya siyasî ya din a paşerojê hebû û welatparêzî di wê demê de ji îro cuda bû, kar bê pere dihat meşandin, armanc rizgarkirina Kurdistanê bû."

'PKK RÛMETA ME YE’

Hac Ferhan têkildarî welatparêziyê de got: "Tenê gerîla xwedî taybetmendiyên welatparêziyê ne, tenê gerîla rûmeta gelê Kurd û gelên herêmê diparêze. Heta îro em bi can û mal û milkên xwe li kêleka wan in, ji ber ku ew hêviya gelê Kurd û gelên herêmê ne û her tiştê ku PKK'ê kiriye û dike, ji bo me ye."

Têkildarî komployên li dijî PKK'ê Hac Ferhan diyar kir ku divê hemû welatparêz û malbatên şehîdan îro ji her demê zêdetir li ser fikir û felsefeya rêberê ku baweriya wan pê heye, bixebitin. Ji ber vê yekê ji bo têkbirina hemû komployan divê her kes ji berê zêdetir tê bikoşe.

(dx)

ANHA