Dewleta Tirk 4 welatî ji Raco û Mabeta revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji navçeya Mabeta û Raco yên Efrîna dagirkirî revandin û ew birin cihekî nediyar.

Dewleta Tirk 4 welatî ji Raco û Mabeta revandin
6 ÇILE, 2022   14:24
ŞEHBA

Çavkaniyek ji herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên "Ewlehiya Siyasî û Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundê Hecîko ya navçeya Raco û navenda Mabeta, revandin.

Çavkanî navên kesên revandî diyar kir; Mihemed Hesen Hacî (35) û Abdîn Qulê ji navçeya Mabeta, Ehmed Reşîd Reşîd (50) û Hesen Ehmed Bêrem (45) ji gundê Hecîko ya navçeya Raco.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan kesên revandî birin cihekî nediyar.

(dx)

ANHA