Kongra Star bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê çalakî li dar xistin

Kongra Star bi boneya 9'emîn salvegera şehadeta her sê jinên şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarên Qamişlo û Helebê çalakiyên bîranînê li dar xistin.

6 ÇILE, 2022   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star li Qamişloyê têkildarî Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî 3 jinên Kurd; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi destê MÎT`a Tirk hate kirin, semînerek li dar xist.

Semîner li salona Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, civakî, siyasî û jinan li dar ket.

Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Roza Tolhildan hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Welatên beşdar xwestin Komkujiya Parîsê li dijî her sê şehîdan pêk bînin, ji bo têkbirina berxwedan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, lê projeyên xwe bi cih neanîn, ji ber ku tevgera azadiyê hêz û vîna xwe ji şehîdên xwe yên wekî Sakîne Cansiz û hevrêyên wê digire."

Roza Tolhildan destnîşan kir ku ew ji kesayeta şehîd Sakîne Cansiz a berxwedêr û vîna azad a li hemberî plan û siyasetên welatên şovenîst hilgirtine û wiha dom kir: "Em soza şopandina rêya berxwedana şehîd Sakîne didin. Heta pêkanîna edaletê û cezakirina berpirsên komkujiyê em ê vê berxwedanê bidomînin.

Roza Tolhildan her wiha diyar kir ku şehîd Sakîne Cansiz ji bo hemû gelan bû pêşeng, bi berxwedana xwe bersiv da siyaset û planên welatên serdest.

Roza Tolhildan da zanîn ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikir û berxwedana şehîd Sakîne Cansiz ji bo azadiya xwe ji xwe re kirin bingeh.

Roza Tolhildan di dawiya axaftina xwe de got: "Sakîne Cansiz û du hevrêyên wê nûnertiya dîroka jinên azad dikin. Em hêvî dikin ku sala 2022'yan bibe sala azadiya hemû jinan û bibe sala edaletê ji bo tevahiya mirovahiyê, her wiha bibe sala cezakirina berpirsên Komkujiya Parîsê."

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star li bajarokê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê bi boneya salvegera 9`emîn a Komkujiya Parîsê de ku encama wê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn, semînerek li dar xist.

Bi dehan şêniyên gundewarên bajarok beşdarî semînera li meclisa gel bûn. Di semînerê de endama Kongra Star Firyal Osê li ser têkoşîna her sê jinan axivî.

Firyal Osê bal kişand ser girîngiya têkoşîna her sê şehîdan û wiha domand: "Divê jin li ser xeta her sê şehîdan bimeşin û berxwedan û têkoşîna wan bikin sembola azadiya me."

HELEB

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek li dar xist û şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn, her wiha li ser jiyan û têkoşîna wan sînevîzyonek pêşkêş kir.

Bi deha endamên meclis û komînên taxa Şêxmeqsûd beşdar bûn.

Di civînê de yek ji rêveberên Kongra Star Zeyneb Îbo axivî û Komkujiya Parîsê ku ji aliyê MÎT`a Tirk ve hate kirin, şermezar kir. Her wiha têkoşîna her sê jinên şehîd û berxwedana Sakîne Cansiz a li zindana Amedê bi bîr xist.

Di dawiya çalakiyan de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan hate pêşkêşkirin.

(dx)

ANHA