Çalakvanên li Sêmalkayê: Daxwazên me nayên bersivandin

Çalakiya malbatên şehîdan li deriyê sînor ê Sêmalkayê di meha xwe ya 4’an de didome. Çalakvanan diyar kir ku rayedarên PDK’ê hê jî bersivek nedaye wan.   

Çalakvanên li Sêmalkayê: Daxwazên me nayên bersivandin
6 ÇILE, 2022   13:58
QAMIŞLO

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn, ev 4 meh e li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya xwe didomîne. Lê PDK'ê daxwazên gel red dike.

Endamên yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê di roja 94’an de beşdarî çalakiya xwepêşandanê bûn.

Şêniyên navçeya Çilaxa bi dirûşmên şermezarkirina PDK’ê, çalakvanên nû pêşwazî kirin. Piştre hevseroka Yekitiya Ajokaran a Tirbespiyê Zîlan Temo got: "Çalakiya xwepêşandanê bi daxwazên malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ket meha xwe ya çaran."

Zîlan Temo wiha dom kir: "Redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK’ê ve, dûrî nirxên mirovahiyê ye."

Malbatên şehîdan ji 5'ê Mijdara sala borî ve ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li Sêmalkayê çalakiya xwe didomînin.

 (dx)

ANHA