Rêxistina Sara banga hesabxwestinê ji kujerên Ayat El-Rifaî kir

Rêxistina Sara têkildarî bûyera kuştina jina ciwan Ayat El-Rifaî daxuyaniyek da û got hîna zîhniyeta mêran li Sûriyê serwer e. Rêxistinê bang li jinan û aliyên peywendîdar kir ku hesabê ji kujerên jina ciwan bixwazin.

Rêxistina Sara banga hesabxwestinê ji kujerên Ayat El-Rifaî kir
6 ÇILE, 2022   12:13
KOBANÊ

Beriya çend rojan bûyera kuştina jina ciwan a bi navê Ciwan Ayat El-Rifaî ku ji Şamê ye, kete rojeva malperên înternetê. Çalakvanan got jina ciwan ji aliyê hevser û dê û bavên xwe ve rastî tundiyê dihat û bi destê destê hevserê xwe hat kuştin.

Têkildarî mijarê Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Sara daxuyaniyek da û got: "Bûyerên kuştina jinan zêde dibin û jin ji mafên xwe yên rewa bê par dimînin. Sedema wê jî berdewamkirina zîhniyeta baviksalar e ku jinan ji nasnameya wan a rastîn bê par dihêle."

Rêxistinê piştrast kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo pêkanîna azadî û wekheviyê ji jinan re, têkoşînek hatiye meşandin, lê ruxmî wê jî zîhniyeta baviksalar di civakê de serwer e.

Rêxistinê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinan di bin navê urf û adetan de berdewam e. Her wiha diyar kir ku ji ber ku civak ketiye bin bandora vê zîhniyetê, jin tên kuştin.

Rêxistina Sara bang li aliyên berpirs û hemû saziyên jinan kir ku piştgiriya jinan bikin û hesabê ji sûcdaran bixwazin, bi taybet kujerên Ayat El-Rifaî.

(şx)

ANHA