Şêniyên Girênîc li dijî êrişan û îdiayên lihevhatinê meşek li dar xist

Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van sûcan, bi sedan şêniyên bajarokê Girênîc daketin qadan.

Şêniyên Girênîc li dijî êrişan û îdiayên lihevhatinê meşek li dar xist
5 ÇILE, 2022   14:46
DÊRAZOR

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Herêma Rojhilat bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê û Zirganê meşek li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarokê Girênîc, hejmarek saziyên sivîl, şêx û rûspiyên herêmê tev li meşê bûn.

Xwepêşandêr ji pêşiya Şaredariya Gel ber bi rêya giştî ve çûn û sloganên "Na ji êrişên artêşa Tirk û sûcên wê yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" berz kirin.

Li rêya giştî komîteyê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Firatê ya Herêmî Ebdurehman Digêfîc daxuyaninî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk û sûcên wê yên li dijî welatiyan hate şermezarkirin. Li aliyekî din jî hate destnîşankirin ku ev komkujî li pêşiya çavên civata navneteweyî pêk tên, lê dîsa jî li hemberî vê yekê bêdeng e û li ser vê yekê qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e ku li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatine avakirin. Di heman demê de Tirkiyê hîn jî tecrîdeke giran li ser dide meşandin da ku bigihêje daxwazên xwe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin: "Dewleta Tirk her wiha rêbazên dermirovî jî bi kar tîne, ji wan qutkirina ava Firatê li ser mirov, sewal û heta bi daran jî, ev jî tê wateya ku tu tişt û kes ji hovîtiya wê nafilite. Ev hemû jî bi armanca ku gel dev ji projeya xwe ya demokratîk a ku li ser bingeha xwîna şehîdan hatiye avakirin, berde, lê gel hemû planên Erdogan têk birin."

Di heman demê hikumeta Şamê projeya lihevhatinê pêşniyar kir, ev şanoya ji derhêneriya saziyên ewlehiyê ye û armanc ji van lihevhatinan jî ew e ku ciwanên me bigire û wan bişîne eniyên şer. Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta Erdogan a faşîst û Beşar Esed heman siyasetê dimeşînin, hedefa wan têkbirina projeya azadî û demokrasiyê ye, ji ber ku ev proje wê dawî li hikumetên wan ên diktator bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em şêniyên Sûriyê piştrast dikin ku em  kesên aştîxwaz in û banga aştiyê dikin, her wiha em ê alîgirên QSD`ê û Rêveberiya Xweser bin heta ku projeya azadiyê misoger bibe."

(eh)