Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Berdêl çi be jî em ê parastina projeya demokratîk bikin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê îro bi daxuyaniyekê êriş û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî vê yekê şermezar kirin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Berdêl çi be jî em ê parastina projeya demokratîk bikin
5 ÇILE, 2022   14:59
DÊRAZOR

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava Casim El-Reyaş li pêşiya Meclisa Sivîl a gundewarê rojavayê Dêrazorê, her wiha bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku asta sûcên şer derbas kiriye, hatin şermezarkirin. Ev sûc li pêşberî çavên civata navneteweyî pêk tê, lê dîsa jî bê deng e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Tirkiye bi êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Kobanê, Til Temir, Qamişlo û tevahiya herêman, hewl dide tirsê bixe nav gel da ku dev ji projeya xwe ya demokratîk û Rêveberiya Xweser berdin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komployên faşîstan, israra wan zêdetir dibe û ji bo parastina projeya neteweya demokratîk, berdêl çi be jî em ê hevgirtina xwe ava bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku projeya demokratîk a ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan hatiye avakirin, armanca wê ya yekemîn, avakirina mirov e ji ber ku mirov stûna jiyanê ye.

(eh)

ANHA