Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda

Yekitiya Jinên Ciwan îro li Hesekê bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Kantona Kobanê, Zirgan û Til Temirê konê xwepêşandanê veda. Çalakiyên konê xwepêşandanê wê 3 rojan bênavber berdewam bikin.

Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê komê xwepêşandanê veda
5 ÇILE, 2022   14:05
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Hesekê, bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro konê xwepêşandanê li parka Rêber Apo ya li navenda Hesekê, veda.

Li gorî bernameya komîteya amadekar a çalakiyên konê xwepêşandanê, dê gelek çalakî di heyama 3 rojan de bên kirin.

Di konê xwepêşandanê de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, saziyên jinan û bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên kantonê beşdar bûn.          

Piştre yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Sema Hesen destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker hewldana bidawîkirina projeya neteweya demokratîk e.

Her wiha Sema Hesen diyar kir ku tişta ku li Kobanê qewimî ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, wê îradeya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz neke û got: "Em ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşin, tu tişt îradeya me lawaz nake, em ê li ser şopa şehîdên xwe bimînin."

Piştre yek ji rêveberên Kongra Star Cûmana Ibêd û rêvebereke Yekitiya Mamosteyên Dibistanên kantona Hesekê Nisrîn Mecdel tekezî li ser berdewamiya xeta berxwedanê li hember her êrişeke li dijî herêmê kirin.

Di vê navberê de, çalakiya konê xwepêşandanê didome. Her wiha beşdar li ser sedem û armancên êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê û mekanîzma rêxistinkirina ji bo pêşîlêgirtina êrişan, nîqaş kirin.

Tê payîn ku berêvarê dê sînevîzyonek li ser bandora bombebarana artêşa Tirk a dagirker û kesên ku di van êrişan de şehîd bûne were pêşkêşkirin û semînerek li ser girîngiya parastinê û rola têkoşîna jinan û dîroka dewleta Tirk a dagirker were dayîn.

(dx)

ANHA