​​​​​​​Hêvîn Îsmaîl: Girtina deriyan nîşaneya karesateke mirovî ye

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî girtina deriyên sînor hişyariya karesateke mirovî li hember 5 milyon welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser da û bang li NY’yê û rêxistinên navneteweyî kir ku deriyên mirovî polîtîze nekin.

​​​​​​​Hêvîn Îsmaîl: Girtina deriyan nîşaneya karesateke mirovî ye
5 ÇILE, 2022   07:39
REQA-EHMED ESAF

PDK’ê deriyê mirovî yê yekane bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girt, her wiha di Tîrmeha borî de jî bi biryara navneteweyî û vetoya Rûsyayê deriyê Til Koçer jî hate girtin.  Di encamê de ambargoyeke giran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir. Ew yek jî nîşaneya karesateke mirovî ji bo zêdetirî 5 milyon welatî, koçber û penaberan e.

Girêdayî mijarê hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Îsmalî got, ev deriyê mirovî yê yekane ji herêmê re bû ku bi rêya wê alîkariyên mirovî derbasî kampên li herêmê dibûn.

Hêvîn Îsmaîl wiha domand: "Li herêmên me 16 kampên birêxistin hene û li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê zêdetirî 60 kampên bêserûber ên belav  hene. Di van kampan de zêdetirî milyonek welatiyên ji herêmên dagirkirî û herêmên hundirê Sûriyê hene. Piranî rêxistinên mirovî alîkariyên mirovî di vê deriyê re pêşkêş wan kampan dikirin."

Hêvîn Îsmaîl hişyar da ku heke deriyê Sêmalka bi hemwextî girtina deriyê Til Koçer û deriyên bi ser hikumeta Şamê ve girtî man, gelê li herêmê û koçberên li wir dê rûbirûyî karesateke mirovî bin.

Hêvîn Îsmaîl bi bîr xist ku zêdetirî 50 rêxistinên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin peyameke nivîskî îmze kir û ji rêveberiya Pêşxabûrê re rakir, da ku ji nû ve deriyê li pêş gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin. Lê heta vê kêliyê tu bersiv nehatine dayîn.

Hêvîn Îsmaîl bang li tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û derî ji nû ve vekin.

Hêvîn Îsmaîl di dawiyê de bang li NY û YE’yê kir ku zextê li hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin da ku mijarên mirov û deriyên sînor ji siyasetên qut bikin.

(fr)

ANHA