Lêkolînerek: Dewleta Tirk hilbijartinên Lîbyayê asteng dike

Lêkolîner û rojnamevanê pisporê kar û barên Lîbyayê Ebid El-Hadî Rebî got, dewleta Tirk ji tirsa ku bernamzetê wê di hilbijartinan de bi bin keve, lidarxistina hilbijartinan asteng dike. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk gelek çek ji Efgansitanê birin Lîbyayê.

Lêkolînerek: Dewleta Tirk hilbijartinên Lîbyayê asteng dike
5 ÇILE, 2022   06:26
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Partî û hêzên siyasî hişyarî dan ku hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê werin derengxistin ku dihatin payîn di 24`ê Kanûnê de hatibana lidarxistin. Lîbyayî ji ber vê yekê bedbîn in ji ber ku li benda van hilbjartinan bûn da ku şer û parçebûna li welêt piştî hilweşandina pergala El-Qezafî bi dawî bibe.

Heta niha dema lidarxistina hilbijartinan nehatiye diyarkirin, ruxmî ku dewleta Tirk li ser çapemeniyê behsa piştgiriyê hilbijartinan dike, lê çavdêrên rewşa Lîbyayê diyar kirin ku dewleta Tirk li paş derengxistina hilbijartinan e.

Têkildarî mijarê ajansa me bi lêkolîner û rojnamevanê pisporê kar û barên Lîbyayê Ebid El-Hadî Rebî re hevpeyvînek çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ihtîmalên lidarxistina hilbijartinan çi ne?

Gelê Lîbyayê bi giştî bi lidarxistina hilbijartinan re ye. Lê hêzên li ser erdê dixwazin encamên wê misoger bikin. Ji ber wê li ser teşeyê hilbijartinan li hev nekirin û lidarxistina hilbijartinan asteng kirin. Mixabin hêzên navneteweyî diviyabû piştgiriya hilbijartinan kiribana, lê şandeya navneteweyî bi xwe vê yekê naxwaze.

Sala 2020`an gelek aliyên ji rojhilat û rojava û dewletên sponser însiyatîfeke aştiyê bi rêya diyalogê û nexşerêyekê qebûl kirin ku di dawiyê de dê hilbijartin lidarkevin. Lê aliyên din ku ne di hesabê de bûn, destê xwe xistin vê însiyatîfê û gef li aliyên nakok û dewletên ku berjewendiyên wan hene xwarin ku bi temamî ji rojevê bên derxistin. Mîna El-Debîba ku milyaran li ser hemleya hilbijartinên serf dike û Seyfulîslam El-Qezafî yê xwedî têkiliyên navneteweyî û hezkiriyên wî pir in.

Bi vê re perspektîfên dewletan têkildarî hilbijartinan hat guhertin. Di encamê de ji sozên ku dane vegerîn û tenê li ser lidarxistina hilbijartinan ku rêya herî baş a çareseriyê ye teqez kirin. Heta şêwirmenda navneteweyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams got heke Seyfulîslam tev lê bibe, ew ê piştgiriya hilbijartinan nake. Ji ber wê gelek aliyên hundir û derve dê lidarxistina hilbijartinan red bike.

Gelo çima Seyfulîslam El-Qezafî red dikin, neyînî û erêniya biserketina wî çi ye?

Seyfulîslam bi gelek bernamzetên serokatiyê yên siyasî re li hev nake. Alîgirî wî jî li her derê hene û dê derfetên biserketina dijberên wî kêm bikin. Derketina wî zêdetirî milyonek û nîv lîbyayî rakirin ser piyan çi li derve yan jî hundir mîna bajarên Tawir Xaa û Merzeq û Serte navenda qebîleya wî.

Ya herî xeter; derketina Seyfulîslam tevî ewlehiya xwe, ruxmî ku artêşê û mudiriyeta ewlehiyê ya Sebhayê gotin wan ev tişt nekiriye. Ev desntîşan dike ku qebîle bi awayekî eşkere xwe li bajaran li hember artêşê û polîsê bi çek kiriye. Ji wê pirtir ji têkiliyên Seyfulîlsam ên bi El-Qaîdayê re ditirsin. Dibe ku ew bi serçeteyên El-Qaîdayê yên li beyareya Lîbyayê û dewletên cîran re di nava peywendiyan de be. Kengî bixwaze dikare wan bi kar bîne. Ji ber wê hemû alî ji aliyê siyasî û ewlehî ve hesab ji Seyfulîslam re dike.

Hilbijartin di wexta xwe de li dar nektin gelo ji aliyê kê ve hatin astengkirin?

Niha mijar kî lidarxistina hilbijartinan asteng dike derbas kir, gelo çawa dikarin li pêşiya wê bisekinin. Dawiya dawî em ê aloziyê çareser bikin. Ew îdia dikin ku ji ber du sedeman li pêşiya hilbijartinan disekinin; a yekê hebûna hêzeke mezin ku nehiştin hilbijartin di wextê xwe de li dar kevin. Ya din tunebûna lihevkirineke siyasî têkildarî qanûnên hilbijartinan. Bi nêrîna me her du hicet ne rast in.

Tiştek di warê ewlehiyê de çênebû ku rê li pêşiya lidarxistina hilbijartinan bigire, îlankirina komseriyê hebûna hêzeke mezin li pêşiya lidarxistina hilbijartinan e. A din libendemayîn ku rewşa ewlehiyê pêşkevin da ku hilbijartin li dar kevin, tê wateya ku hilbijartin di demeke nêz de li dar nakevin. Her kes rewşa ewlehiyê dizanin.

Sedema din ku hinekî tê qebûlkirin lê pêkanîna wê ne mustehîl e; hêzên siyasî li hev bikin. Kesên qanûnên hilbijartinan red kirin, navên xwe dan hilbijartinan. Ev tê wateya ku ew tenê bi van gotinan helwestên xwe mafdar dikin.

Gelo ihtîmal heye ku bernamzetek rojhilatî û yek din başûrî li dijî rojava û ixwanan hebe?

Pirsgirêk ew e ku şepel hatiye parçekirin. Hevrikî ji girêdana şepelê yan jî bajêr yan jî herêmê bi hêztir e. Heta gihaştî wê astê ku du kes ji bajarekî, ji qabîleyekê û heta ji şepelekê di hilbijartinan de li hember hev disekinin li şûna ku bibin yek.

Ruxmî ku gelek dizanin bi ser nakevin lê armanc dikin ku roleke siyasî bilîzin ku di encamê de bibe wezîr an balyoz an destkeftiyên din bi dest bixe tenê ji ber ku bû alîgirê bernamzetê herî xurt.

Mijar bûye berjewendî û tu îdeolojî nemaye. Hinek namzet tev li hilbijartinan bûn tenê ji bo ku li dijî namzetekî din gilî veke, ku qaşo demokrat e û ditirse ku wî bi dîkator bi nav bikin.

Hikumeta El-Debîbe heta hilbijartin lidar kevin bûye hikumeta meşandina xebatan e, lê hilbijartin hatin derengxistin, gelo li gel gendeliyê çarenûsa vê hikumetê çi ye?

Li Lîbyayê bi berjewendî tê birêvebirin. Hikumeta El-Debîbe li gorî qanûnê di 24`ê Kanûnê de demborî ye. Ji ber ku parlamentoyê li gorî madeya duyemîn dem heta 24`ê Kanûnê daye wê. Lê ruxmî wê jî dê berdewam bike. Girtina gelek wezîran ku dê piştre serbest werin berdan, tenê tengavî ne ku hinek alî li dijî hikumetê pêk tînin. Ew ne ji ber genedliyê hatine girtin, ji ber ku li gorî giliyên kesan ne aliyên çavdêr mîna desteya têkoşîna li dijî gendeliyê yan jî çavdêriya îdarî yan jî dîwan muhasebekirinê hatin girtin. dê serbest werin berdan. Serdozgerê giştî li gorî qanûnê wan dadirzîne. Armanca sereke ya wan giliyan ew e ku fişarê li El-Debîbe were kirin ku di vê dawiyê de bi gelek aliyan û parlamentoyan re ketiye danûstandinan da ku di erkê xwe de bimîne û guhertinên wezarî çêke. Bi rastî jî bi parlamentoyekî ji başûr û yek din ji rojhilat û gelek kesên din re lihev kir da ku deng bidin wî heke ji wan hat xwestin.

Gelo girîngtirîn hevrikên serokatiyê kî ne?

Niha li gorî rêzê ev in: Seyfulîslam, Xelîfa Haftar, Eqîla Salih, Ebdulhemîd El-Debîbe, Fethî Yaşaga, Ehmed Miêtîq, Arif El-Nabid, Ebdulmecîd Seyfulnasir û El-Şerîf El-Wafî ne. Gelek ji wan mîna Hafter, Yaşaga, Miêtîq, El-Nabit û Seyfulîslam enî yan jî însiyatîf ava kirin. Heke hilbijartin werin derengxistin, dibe ku fişareke siyasî bikin.

Lihevkirinên muhtemel çi ne?

Niha lihevkirineke di navbera meclisa dewletê ya baskê Tirkiyê û endamên parlamantoyê de li ser nexşerêyekê ji bo 6 mehan tê kirin, ku herî kêm salekê bidome. Lihevkirin li ser bingeha destûrê, guhertina qanûnên hilbijartinan, guhertina erkên serdestî û hikumetê ne. Ev çareseriya herî baş e ku ber bi hilbijartinan ve bibe.

Dewleta Tirk bi hêz derbasî Lîbyayê bû, gelo dê bihêle hilbijartin li dar kevin?

Dewleta Tirk hewl da xwe wekî piştgirê istiqrarê li Lîbyayê nîşan bide ne ku çêkerê aloziyê ye bi taybet piştî lihevkirina deryayî û leşkerî bi El-Serac re û şandina çeteyan. Ew îdia dike bi vê lihevkirinê alîkariya lîbyayiyan dike. Tevî wê jî bi rêya ajandeyên xwe yên meclisa dewletê bi serokatiya El-Muşrî gelek caran lidarxistina hilbijartinan asteng kir. Her wiha dê hewl bide careke din herî kêm 6 mehên din dereng bixe, ji ber ku wê demê tu hicet li pêşiya civata navneteweyî namîne.

Heke bernamezata Tirkiyê di hilbijartinan de bi bin keve gelo dewleta Tirk wê çi bike?

Dewleta Tirk amade ye bi hemû rêbazan mudaxele bike. Ne dûr e şer dîsa destpê bike û em vegerin çargoşeya destpêkê. Ew dixwaze li Lîbyayê be jê dernekeve. Ji ber wê bi vê hêsabûnê û heke serokek alîgirê xwe nekir serokê welêt, jê dernakeve. Lewra çeteyên xwe heta niha ji welêt dernexistin. Ji wê zêdetir êdî çekên amerîkayê ji Efganistanê tîne Lîbyayê piştî ku balafirgeha Kabûlê kontrol kir.

(şx)

ANHA