‘Dawiya dawîn dewleta Tirk dê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin’

Hîndekarê Zanîngeha Rojava Xalid Omer diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li hemberî gerîla, divê wek 'sûcê şer' û 'sûcê li dijî mirovahiyê' bê dîtin.

‘Dawiya dawîn dewleta Tirk dê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin’
5 ÇILE, 2022   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN – HEVAL TAYLAN

Dewleta Tirk a dagirker di 23'yê Nîsana 2021'an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir. Dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de her cure teknolojiya çekên pêşketî bi kar anî lê belê li pêşberî berxwedana gerîla nekarî bi pêş ve biçe û vê carê jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

KCK û HPG'ê di daxuyaniyên xwe de bikaranîna çekên kîmyewî ji raya giştî re aşkera kir û ji bo lêkolînkirinê banga avakirina şandeyên serbixwe yên navneteweyî kir.

Der barê mijarê de hîndekarê Zanîngeha Rojava û hiqûqnas Xalid Omer axivî û diyar kir ku divê hemû dewlet û dewleta Tirk li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya sala 1993’yan tev bigerin. Xalid Omer da xuyakirin ku bi taybetî di şeran de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û dewleta Tirk sûc kiriye.

Xalid Omer diyar kir ku cezayê bikaranîna çekên kîmyewî giran e û vê yekê hem li ser mirovan hem jî li ser xwezayê bandorên mayînde çêdike û anî ziman ku sedema bingehîn a qedexekirina çekên kîmyewî, bikaranîna wan wek 'çekên komkujiya girseyî' ye.

'SEROKKOMARÊ TIRK Û SAZIYÊN LEŞKERÎ SÛCÊ ŞER DIKIN'

Xalid Omer da xuyakirin ku serokkomarê Tirk Erdogan û saziyên leşkerî yên Tirk sûcên li dijî mirovahiyê û şer kirine û got: “Dema ku şer hebe qanûn jî hene. Çekên qedexekirî hene. Çekên kîmyewî ji wan in. Dewleta Tirk bendên Peymana Çekên Kîmyewî binpê dike û rejîma dewleta Tirk, serokkomar û saziyên leşkerî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer dikin."

Hîndekar û hiqûqnas Xalid Omer têkildarî prosedura dadgeriyê ku divê ji ber sûcên dewleta Tirk were meşandin, wiha got: "Li gorî Statuya Romayê, ji bo ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe bê cezakirin, divê herî kêm welatek serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bide yan jî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwazekê pêşkêşî DCN’yê bike. Dozgerên DCN’yê jî dikarin li gorî belge û raporên radestî wan hatine kirin, lêpirsînê vekin. Yanî darizandina artêş an jî rejîmeke din gelekî zehmet bûye. Di vê çarçoveyê de ji bo dewleta Tirk bê darizandin, vîneke navneteweyî lazim e. Heke welatên endamê Konseya Ewlehiyê ji bo darizandina dewleta Tirk biryareke hevpar bidin, hingî DCM dê di nava 24 saetan de tiştekî bike."

'BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ PÊŞÎ LI DARIZANDINÊ DIGIRIN'

Xalid Omer diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dewlet û saziyên navneteweyî li gorî berjewendiyan tev digerin û îşaret pê kir ku hikumeta Şamê 12 salan sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn û di heman demê de dewleta Tirk heman sûcên xwe li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Omer got Amerîka, Rûsya û dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe yên hevpar hev diparêzin û pêşî li biryarên dijber digirin.

Xalid Omer diyar kir ku cihgirtina PKK'ê di 'lîsteya terorê' de jî encama van berjewendiyan e û destnîşan kir ku DYA ji bo xatirê dewleta Tirk PKK xistiye lîsteya terorê, lewma li ber çavê DYA'yê 'PKK û gerîla 'terorîst' in û ji ber vê yekê jî şerê ku dewleta Tirk li dijî gerîla û Tevgera Azadiyê dimeşîne wek 'şerê li dijî terorîstan' dinirxînin.

Xalid Omer got: “Di vî şerî de binpêkirinên dewleta Tirk û paşguh dikin. Di têkoşîna li dijî terorîzmê de, şerê dewletan an jî dema dewlet êrişî gelê xwe bikin, kîjan şer dibe bila bibe, çekên kîmyewî nikarin bên bikaranîn.”

'PKK LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TEVGEREKE REWA YE'

Omer diyar kir ku PKK li gorî qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî tevgereke rewa ye û got dema ji nav gelen ku êrişên qirkirinê li ser hebin, li dijî rejîmên zordest tevgerek derkeve, ew tevger rewa ye.

Xalid Omer anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd îtîraf bi hemû rêbazên şer kiriye, lê belê dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de çekên kîmyewî, gazên jehrî û çekên qedexekirî bi kar anîn û bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li Nisêbîn û bajarên din, Efrîn û Serêkaniyê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar anîne.

'ÎNSIYATÎFA PARASTINA HIQÛQÎ HEMÛ BINPÊKIRIN BELGE DIKE'

Omer da xuyakirin ku Însiyatîfa Parastina Hiqûqî ya li Rojava binpêkirinên li dijî hiqûqa navneteweyî belge dike û dozên sûcên şer bi demê re nayên girtin. Omer diyar kir ku di dozên têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de tu qanûneke sînordarkirinê nîn e û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, divê em nebêjin 'heke dem derbas bibe, dê dewleta Tirk neyê darizandin'. Li gorî qanûnê, 100 sal piştî sûc be jî, rêya dadgeriyê vekirî ye. Yanî her tim îhtîmala darizandina rejîma dewleta Tirk heye."

Xalid Omer diyar kir ku huqûqnasên Li Kurdistanê dikarin dewleta Tirk darizînin û divê sûcên wê werin belgekirin û radestî rayedaran bikin û got: "Ev di arşîvên saziyên têkildar de tên hiştin ku heke îradeyeke navneteweyî pêk were û dewleta Tirk bê darizandin, di pêvajoya dadgeriyê de bên bikaranîn. Tiştekî din ku divê em bikin, ew e ku em vê mijarê li gorî pîvanên hiqûqî binirxînin û pêşkêşî raya giştî bikin."

'QANÛNÊN KLASÎK TÊRÊ NAKIN'

Xalid Omer got qanûnên navneteweyî mijara rexneyê ne û divê qanûn ne li gorî berjewendiyên dewletan bin û heta ku qanûn li gorî berjewendiyên dewletan bin, darizandina dewletên sûcdar û dabînkirina dadmendiyê dê pir zehmet be.

Parêzer Xalid Omer di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku ji bo cezakirina sûcên rojane yên li dijî gelan, qanûnên klasîk têrê nakin û civaka navneteweyî ji ber van qanûnan nikare hesab ji dewletan bipirse.

ANHA