​​​​​​​Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
4 ÇILE, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdkirî ye.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû, lê ev axaftin nîvco hatibû hiştin.