`Bêdengiya navneteweyî piştgirîdayîna bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan e`

Endamên PYD`ê sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û gerîla şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku wefedar bin, sozên ku dane bînin cih û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

`Bêdengiya navneteweyî piştgirîdayîna bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan e`
4 ÇILE, 2022   07:52
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker ji Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Tevî ku çekên pêşketî bi kar tîne, lê nikarî berxwedana gerîla têk bibe, ji ber wê, çekên kîmyewî bi kar anîn.

Aliyên siyasî û civakî nerazîbûnên xwe ji van êrişan nîşan dan û bang li civata navneteweyî kirin ku erka xwe bi cih bînîn û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar û got: “Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne ne nû ne, dewleta Tirk xwedî dîrokeke xwîndar a demdirêj e ku ji pêşiyên xwe yên osmaniyan wergirtiye.”

`BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ RÊ JI DEWLETA TIRK VEDIKE`

Emîn Elîko wiha domand: “Li gel bêdengiya civata navneteweyî, dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gel û gerîla didomîne. Ji vê bêdengiyê tê fêmkirin ku ew bi dewleta Tirk re şirîk e. Her wiha ev bêdengî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku sûcên xwe berdewam bike.”

Elîko serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi cinawirê xwînvexwar wesifand û got, dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyewî armanc dike gelên herêmê tune bike.

`DEWLETA TIRK TOLA DAIŞ`Ê HIL DIDE Û HEWL DIDE WÊ VEJÎNE `

Her wiha Emîn Elîko got ji ber ku gerîla li hember komên çete yên herî hov li cîhanê anku DAIŞ`ê bi ser ket, dewleta Tirk êrişî wan dike û wiha domand: “Ruxmî ku gerîla li Şengalê li hember DAIŞ`ê bi ser ket, lê dewleta Tirk hewl dide bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, DAIŞ`ê vejîne.”

Elîko bang li civata navneteweyî kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla rawestîne û got: “Bêdengî îsbat dike ku berjewendiyên hevbeş di navbera wan de heye. Ev berjewendî li ser kuştinê û xwîna gelan, xweza, dîrok û civakê hatine avakirin.”

`DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA TÊK DIÇE`

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Rûşîn Mûsa balkişand ser berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Ji ber serkeftinên ku gerîla pêk tîne, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar bîne. Lê ruxmî çekên pêşketî nikare pêş de biçe.”

Rûşîn Mûsa destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyewî armanc dike di kesayeta gerîla de vîna gel bişikîne, ji ber ku têkiliyeke xurt di navbera gel û gerîla de heye. Têkildarî bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî, Rûşîn got: “Ev nîşan didin ku civata navneteweyî şirîkê dewleta Tirk e.”

Rûşîn Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku mudaxele bike û nehêle dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar bîne û wiha berdewam kir: “Em van êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.”

`HEWLDANÊN DEWLETA TIRK`

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Hemo diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, lê mîna her car bi bin dikeve û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi hemû rêbazên hewl dide têkoşîna tevgerê têk bibe, ji ber wê çekên qedexekirî bi kar tîne.”

Di dawiyê de Mistefa Hemo got: “Ruxmî ku dewletên cîhanê li ser qanûnekê lihev kirine ku bikaranîna çekêm kîmyewî qedexe dike, lê li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng in. Divê kesên ku qedexekirina çekêm kîmyewî îdia dikin, vê qanûnê di piratîkê de pêk bînin.”

(şx)

ANHA