ꞌÊrişên Tirkiyê hemwextî girtina deriyên sînor lihevkirineke dijmin û xayînan eꞌ

Siyasetmedaran diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina deriyên sînor ji aliyê PDK`ê ve planeke dewletên "Garantorên Astanayê" ye, her wiha hevpeymanek di navbera "Xayîn û dijmin" de li dijî projeya Rêveberiya Xweser e.

ꞌÊrişên Tirkiyê hemwextî girtina deriyên sînor lihevkirineke dijmin û xayînan eꞌ
4 ÇILE, 2022   05:10
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Di demekê de ku ji ber girtina deriyên sînor ên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re  ambargo li ser van herêman hatiye ferzkirin û artêşa Tirk rojane êrişan pêk tîne, desthilata PDK`ê 16 û 19`ê meha derbasbûyî deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtin.

Cîgirê Sekretêrê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk a Niştimanî Ebdullah El-Riwêşd îşaret pê kir ku girtina deriyên mirovî yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kiryarekî derexlaqî ye û rasterast xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

El-Riwêşd destnîşan kir ku kiryarên vê dawiyê yên li dijî herêmê hatine kirin, berdewamiya komployên li dijî gelê Sûriyê, di serî de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha got: "Em ê di yekrêzê de li hemberî van komployan bisekinin.''

Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê 2012`an ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di nava dorpêçekê de ye, dewletaTirk a dagirker deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtin, her wiha bi vetoya Rûsyê -Çînê deriyê Til Koçer ê di navbera Sûriyê û Iraqê de hate girtin.

Siyasetmedarên li kantona Hesekê şerê li dijî herêmê û ambargoya ku li ser hatiye ferzkirin wekî encamên gerên dawî yên Astanayê 17`an a di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de dinirxînin.

Siyasetmedar Mihêdî Dixêm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Kobanê, Til Temir û Zirganê, her wiha girtina deriyên sînor berdewamiya siyaseta ''Garantorên Astanayê'' ye.

Siyasetmedarê ji navçeya Şedadê Mihêdî Dexîm bal kişand ser peymanên beriya civînên Astanayê û wiha domandin: "Armanca peymanên di navbera hikumeta Şamê û hevbendiya rûsî-îranî-tirkî de ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku tawîzan bidin aliyên herêmî û navneteweyî, nemaze ku ev peyman hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê pêk hatin."

Ebdullah El-Riwêşd ev li axaftina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk ku hemwextî girtina deriyên sînor asta êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike, her wiha li hundir fitneyan derxe û pê re jî projeya neteweya demokratîk têk bibe. Kiryarên ku pêk tên encamên lihevkirineke pêşwext a di navbera xayîn û dijmin de ye, da ku herêmê dorpêç û lawaz bikin."

Mihêdî Dixêm bi domdarî got: "Tişta xerîb ne girtina deriyan an jî êrişên domdar ên li dijî herêmên me ne, lê belê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûsan e. Ev sûc dermirovî ne û armanca wan zextê li ser projeya me ya demokatîk bikin. Ji ber ku projeya me li tevahiya Rojhilata Navîn bûye modelek."

Dixêm bal kişand ser ambaroya li ser zêdetirî 5 milyon hezar welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev ambargo rûreşiya civata navneteweyî ye, ji ber ku siyasetên dewleta dagirker dikevin çarçoveya sûcên şer ên li dijî gelên herêmê."

Mihêdî Dixêm da zanîn ku aliyê ku destekê dide dewleta Tirk a dagirker da ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, hevkariya PDK`ê ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Siyasetên ku desthilatên Başûr û dewleta Tirk a dagirker didin meşandin ne tiştekî nû ne, mînaka vê yekê jî bûyerên li Şengalê piştî hedefgirtina nûnerên Rêveberiya Xweser pêk hatin e."

(eh)

ANHA