Foreign Policy: Sala nû wê li ser Tirkiyê hîn dijwartir be

Di analîzekê de hat gotin ku aboriya Tirkiyê û kerasetên hewayî dê di 2022`yan de berdewam bikin. Dê welat bigihêje tehlukeyê heke siyasetên Erdogan berdewam bikin.

Foreign Policy: Sala nû wê li ser Tirkiyê hîn dijwartir be
4 ÇILE, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî anketên herî dawîn serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di sala borî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Di encamê de baweriya Tirkan bi hikumetê kêm bû. Di 2021`an de nirxê lîreya tirk gelek kêm bû. Li rex wê jî guhertinên hewayî yên wêranker rû dan.

Kovara Foreign Policy a amerîkî raporek têkildarî rewşa Tirkiyê li gel desthilata Erdogan û AKP`ê û pêşbiniyên sala 2022`yan amade kir.

`HILWEŞÎNA ABORÎ YA TIRKIYÊ`

Li gorî raporê, beriya pandemiya koronayê Tirkiyê bi keraseteke madî re rû bi rû mabû û hewl dida xwe ji kesadê xilas bike. Gelek deyn hebûn, nirxê lîreyê kêm bûbû û enflasyon zêde bûbû.

Siyasetên aborî yên Erdogan û israra wî ya kêmkirina fayîzê, rewş aloztir kir û nirxê lîreya Tirk di 1`ê Çileya 2021`an de gihaşt 7.4 li bermaber dolar û di 20`ê Kanûnê de gihaşt 18.36 lîre.

Daketina lîreyê enflasyon zêde kir û gihaşt asta ji sedî 21.

`AVAKIRINA DOSTANIYÊ BI DIJMINÊN KEVNAR E`

Ji ber pirsgirêkên aborî dewleta Tirk neçar ma têkiliyan bi Ermenistan û Îmaratê re sererast bike. Di Mijdarê de Erdogan û şahê Ebû Zabî gelek proje îmze kirin.

 Di wê çarçoveyê de Îmarat amadekariyên avakirina sindokekê bi mijqdara 10 milyar dolarî dike da ku destekê bide projeyên stratejîk ên li Tirkiyê bi taybet di warên tendurisît û enerjiyê de.

Li aliyekî din Ermenistan ruxmî nakokiya zêdetirî sedsalî û ruxmî ku Enqere bi komkujiyên li dijî ermenan îtîraf nekir, lê dê şaneyên taybet erkdar bike da ku têkiliyên di navbera her du welatan de baş bibe.

`NETEWEYEK DIŞEWITE`

Di havînê de azarên li Tirkiyê zêde bûn. Daristanên li seranserî beravên başûr şewitîn. Şewat ji ber zuhabûnê û guhertina rewşa hewayê û bikaranîna nebaş a jêderên avê rû da.

Di Gulanê de kargehek li deryayê Mermera rû da. Di Tebaxê de lehiyên li herêma rojavayê Deryayê Reş 82 kes kuştin, gelek wêranî li dû xwe hişt. Lê hikumet ji bo parastina hawîrdorê tu gav neavêtin.

`BINPÊKIRINÊN DI WARÊ MAFÊN MIROVAN DE`

Binpêkirina mafên jinan û kêmneteweyî herî zêde di 2021`ab de rû da. Di Adarê de dewleta Tirk ji lihevkirina Stenbolê vekişî ku ji mezintirîn lihevkirinên navneteweyî yên ji bo parastina jinan e. Di heman mehê de ji ber armancên siyasî doz li dijî sêyemîn mezintirîn partiyên siyasî (HDP) li welêt hat vekirin da ku were girtin.

`PÊŞBINIYÊN SALA 2022`IYAN`

Tê payîn pirsgirêka aborî mezintir bibe. Dibe ku Erdogan neçar bibîne ku banga li darxistina hilbijartinên pêşwext bike ku tê payîn di 2023`yan de lidarkevin. Dê enflasyon bigihêje ji sedî 50 û nirxê lîreyê heta rêjeya ji sedî 25 an 30 kêm bibe.

`KÊLIYEKE BINGEHÎN JI BO MUXALEFETÊ`

Dibe ku diyarkirina bernameztê serokatiyê di çend mehên bê de ji bo muxalefetê gava herî girîng be. Serokê CHP`ê Kamal Kiliçdarogulu diyar kir ku ew dixwaze tev li hilbijartinan bibe. Li rex wî jî qayîmmaqamê Stenbolê Ekram Îmamoglu heye.

(şx)