Balafirên rûsî 10 derbeyên hewayî li dijî Idlibê pêk anîn

Di roja çaremîn ji rageşiyê de balafirên Rûsyayê 10 derbeyên hewayî li dijî deverên cuda yên Idlibê pêk anîn.

Balafirên rûsî 10 derbeyên hewayî li dijî Idlibê pêk anîn
3 ÇILE, 2022   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Rûsyayê di roja çaremîn ji rageşiyê de 10 derbeyên hewayî pêk anîn. 5 ji wan li dijî herêma Bare û derdora wê ya li çiyayê Zawiyê ku dikeve başûrê Idlibê û du derbe jî li derdora bajarê Sermîn ê rojhilatê Idlibê pêk hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku her sê derbeyên din jî li derdora gundê El-Ankawî yê herêma Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê ketin. Hemwextî vê yekê çeteyên artêşa Tirk ên komên "Fetih El-Mûbîn" bi moşekan nuqteyên hikumeta Şamê li kampa Corîn a gundewarê Hemayê hedef girt. Agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

Vê sibehê jî balafirên Rûsyayê sê derbeyên hewayî li derdora gundê El-Ankawî yê herêma Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê, pêk anî û hemwextî vê yekê balafirên bêmirov ên rûsî li asmanê Idlibê geriyan.

(eh)