Li Hesekê jinek ji ber guleyên pîrozbahiyan birîndar bû

Li taxa Xişman a Hesekê welatiyan gule di sersalê de avêtin, di encamê de jinek bi guleyê birîndar bû.

Li Hesekê jinek ji ber guleyên pîrozbahiyan birîndar bû
31 kanûn, 2021   18:13
HESEKÊ

Li taxa Xişman a Hesekê ji ber avêtina guleyên bêserûber di pîrozbahiyên sersalê de jina bi navê Werde Enter birîndar bû.

Her wiha tevî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyar da û şênî têkildarî avêtina guleyan di pîrozbahiyên sersalê de hişyar kir, lê hin kes pabendî biryarê nebûn û jiyana welatiyan dikin xeteriyê.

(fr)

ANHA