Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa: Tirkiyê rêgezên îslamê bin pê dike

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina mizgeftan rêgezên îslamê bin pê dike.

Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa: Tirkiyê rêgezên îslamê bin pê dike
31 kanûn, 2021   18:04
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herî dawî jî hedefgirtina Zirgan û Til Temir şermezar kir. Saziya Oldaran a Navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bisekine.

TIRBESPIYÊ

Saziya Oldaran a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku yekser li dijî şerê Tirkiyê yê li dijî welatiyan, bisekine. Her wiha got, dewleta Tirk li dijî hemû nirx û rêgezên îslamî disekine.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan û endamên Saziya Oldaran li Goristana Şehîd Dilşêr ji aliyê endamê rêveber ê saziyê Îman Silêman ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Artêşa Tirk hewldana derbekirina yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê dike, li aliyekî din jî dixwaze qadeke din ji erda Sûryê dagir bike, isbata vê yekê jî duh êrişî mizgefta navçeya Zirganê kir. Êdî kiryarên wiha, ji qetilkirina sivîlan, koçberkirina wan û hedefgirtina mizgefan û dagirkirina xaka dewletên cîran dûrî pîvanîn olda îslamî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekser helwestekê nîşan bidin.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî Meclisa Navçeyê êrişên dewleta Tirk şermezar kir û dewletên garantor berpirsên qetilkirina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir. Li ser vê yekê bang li civata navneteweyî kir ku yekser li hemberî van êrişan, helwestekê nîşan bidin û sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deynin.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Abir Enes Ubêd li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Navçeya Çilaxa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku meclis û bajarên navçeya Çilaxa dewletên garantor berpirsên qetilkirina welatiyan dibînin. Ji lew re bang li civata navneteweyî kirin ku li hemberî van sûcan bê deng nemînin.

(eh)

ANHA