Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê: Hedefgirtina welatiyan nîşaneya qelsiya dewleta Tirk e

Endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser malên welatiyên Kobanê, encama dijminatiya dewleta Tirk a li dijî projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ye. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin û dewleta Tirk ceza bikin.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê: Hedefgirtina welatiyan nîşaneya qelsiya dewleta Tirk e
31 kanûn, 2021   08:31
REQA- XALID CÛMA

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker malek li rojhilatê bajarê Kobanê kiribû armanc û di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Di vê der barê de, ajansa me bi endamên Partiya Sûriya Pêşerojê re hevpeyvîn çêkirin.

Cîgira serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Leyla Qehreman di destpêka axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hember bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên binpêkirin û sûcên li dijî welatiyan şermezar kir.

Leyla Qehreman diyar kir ku dewleta Tirk ji destwerdana xwe ya li Sûriyê heta niha sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ciwan û jinan hedef digire, bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê bi giştî. Leyla Qehreman wiha pirsî: "Dewletên garantor ên herêmê li ku ne? Tiştek nekirin û ev bêdengî nîşan dide ku li hemberî van êrişên dubare yên li ser herêmê ku îradeya gelên herêmê dike armanc, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in."

Leyla Qehreman destnîşan kir ku bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê ye ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û çirûska têkbirina çeteyên DAIŞ'ê yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ji wir dest pê kir.

Leyla Qehreman tekez kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li gorî aliyên dijminê projeya neteweya demokratîk bûnî, ji ber vê yekê dest bi hedefgirtina herêmê kirin da ku ewlehî û aramiya wê têk bibin.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Xûd El-Îsa got: "Em wekî jinên Reqayê van êrişên ku sivîlên herêmê bi giştî û Kobanê bi taybet kirin hedef, ku 5 sivîlan di hedefgirtina dewleta Tirk de şehîd bûn, şermezar dikin."

Xûd El-Îsa da zanîn ku dagirkeriya Tirk beriya çend hefteyan malbata Gulo ya têkoşer hedef girt, roja şemiyê jî malek li rojhilatê Kobanê kir hedef û got: "Ev sûc nîşan dide ku siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê li dijî gelê herêmê berdewam dike."

Xûd El-Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin û van sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

(dx)

ANHA