Artêşa Tirk a dagirker ji Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê vekişiyan

Artêşa Tirk a dagirker neçar ma ji Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişe.

Artêşa Tirk a dagirker ji Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê vekişiyan
31 kanûn, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF'ê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê bêçar mane, ji ji Girê Şehîd Mûnzûr ê Zapê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişiyan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji herêmên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê jî vekişiyabû.

Li bendê ye ku Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê daxuyaniyekê li ser mijarê bide.