Hewldanên Jeffrey ên rewakirina sûcên dewleta Tirk

Hewldanên Jeffrey ên rewakirina sûcên dewleta Tirk
31 kanûn, 2021   06:59

UMUT AYDIN

Nûnerê taybet ê DYA’yê Sûriyê yê berê James Jeffrey daxuyand ku hin komên çete di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de sûcên şer kirine. Heçku dagirkerî tiştekî normal be, dewlet Tirk û yên ku dagirkerî erê kiriye, ne sûcdar bin. Lê belê dagirkeriya Tirk, çete û hemû aliyên ku ev dagirkerî erê kiriye û bê deng mane, sûcdar in.

Ev rastî li holê ye û divê daxuyaniyên Jeffrey jî werin şîrovekirin. Ji ber ku heke daxuyaniyên wiha bi tenê ji aliyekî ve bên şîrovekirin, dê nehêle rastî derkeve holê. Ji ber ku daxuyaniyên Jeffrey jî hewldaneke nixumandina rastiyê ne.

Rastî ev e; dewet Tirk li herêmê dagirker e. Hincetên wê jî bi tevahî derew in. Gotina “Hin komên çete sûcên şer kirin”, bi tenê rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete ye. Heke na, ma dê çima wan wiha ji hev cuda bikin? Jeffrey li ser erka xwe ye û hê jî daxuyaniyên wiha dide. Kesekî ku di dema dagirkeriyê de li ser erka xwe be, nikare xwe ji berpirsyariyê xelas bike.

Bi salan e dewleta Tirk dijminahiya Kurdan meşrû dike û ji bo ku ji xwe re hincetekê çêke da ku pê êrişî Rojava bike, wekî ku ji Rojava êriş li ser wê çêdibin, propagandayê dike. Lê aşkera ye ku êrişeke wiha tenê carekê jî çênebûye û kesekî ku herî baş bi vê yekê dizane jî Jeffrey e. Îcar tevî ku êrişeke wiha tune ye û gefek lê nehatiye xwarin, çima Jeffrey hewcedarî bi vê daxuyaniyê dît û li ser çapemeniya PDK’ê hate belavkirin?

Dema ku James Jeffrey li ser erka xwe bû, tê zanîn ku her wekî siyasetmedarekî AKP’ê tev digeriya. Êrişên li ser destkeftiyên Kurdan di dema wî de çêbûn û bi xwe jî rayedarekî sereke yê DYA’yê yê li herêmê bû. Rewakirina dewleta Tirk, her wiha rewakirina siyaseta DYA’yê ya têkildarî Kurdan e jî.

Mijareke din jî, hewl didin li ber çavê Kurdan jî rewa bikin, heçku sûcdar girtine û ceza lê birîne. Lê belê gele Kurd her tiştî ji gelek siyasetmedarên qerase jî baştir dibîne û baş pê dizane bê ka êrişên qirkirinê yên li dijî wî xizmeta kê û çi dikin.

Her wiha gotina “Kesên ku sûcên şer kirine, hatin cezakirin” jî hewldanek e ku xwe pê wekî demokrat û dijberî sûcan nîşan bidin. Lê ew çete di çarçoveya “perwerde bike-bi çek bike” de bi hevlariya DYA û dewleta Tirk hatin komkiriin û îro jî bi erêkirina hêzên navneteweyî bi destê dewleta Tirk li Sûriyê û deverên din ên cîhanê tên bikaranîn. Ne tenê bikaranîna wan a li Serêkaniyê û Girê Spî, hebûna wan bi xwe sûc e. Wan çeteyan li Rojava, Lîbya, Azerbêcan, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi kar tînin û sûcên wan bê hejmar in. Ev rastî di çapameniya Kurdan û çapemeniya cîhanê de gelek caran hate belgekirin lê hê jî dibêjin “hin koman-hin kesan sûcê şer kir” û ev bi xwe jî eletewşiyek e.

B van daxuyaniyan ne dewleta Tirk, ne çete, ne jî aliyên navneteweyî yên rê didin wan, nikarin bên rewakirin.

Ne tenê li Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha li Efrîn, Cerablus, Ezaz, Mare, Bab, Idlibê jî sûcên wan dewam dikin. Heke tê xwestin ku şaşiyek bê rastkirin an jî li xwe mikur bên, divê di serî de rastgo bin.

Ev yek çima girîng e? Ji ber ku ew çete û dewleta Tirk hê jî li herêmê sûcên xwe didomînin. Rojane ev sûc pêk tên. Sûcê herî mezin jî ew e ku dewleta Tirk û çete li herêmê wek dagirker dimînin. Heke dixwazin tiştekî sererast bikin, divê hewldana wan ji bo qedandina dagirkeriyê be.

Her wiha bi van daxuyaniyan dixwazin balê bikişînin ser rûdanên demên berê û rûdanên niha pê binixumînin. Wekî ku dixwazin bi gotina “Kesên sûcên şer kirine, hatin cezakirin” hemû pirsgirêk çareser dibin. Lê belê kesên ku herêm dagir kirine û li wan deran sûcan pêk tînin, hê jî li wan deran in û van sûcan rojane dikin.

Bi kurtasî, daxuyaniya James Jeffrey ji lixwemikurhatinê wêdetir, hewldana nixumandina rastiyê, rewakirin/şofandina sûcdaran û meşrûkirina dagirkeriyê ye. Lê belê ne kes bi vê yekê bawer dike ne jî pê dixape.