‛Di êrişên dagirkeriya Tirk li ser gundên Minbicê de jinek û zaroka wê şehîd bûn’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku şeva berê dagirkeriya Tirk gundewarên Minbicê topbaran kirin, di encamê de welatiyek û zaroka wê şehîd bûn û zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan.

‛Di êrişên dagirkeriya Tirk li ser gundên Minbicê de jinek û zaroka wê şehîd bûn’
30 kanûn, 2021   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şeva berê, 29’ê Kanûn dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên welatiyan li mezreya Seyade ya gundewarên bajarokê Farat ê rojavayê Minbicê bi moşekan da ber xwe. Dagirkeriyê zêdetirî 60 moşek avêtin. Di encamê de jinek û zaroka wê ya yeksal û nîv şehîd bûn, zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan. Bi wê re hêzên me lez kir ku alîkariya welatiyan bike û ji wan herêman bi dûr bixin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me yê li gundewarên Minbicê pêk tînin, şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku van sûcan rawestînin."

(fr)

ANHA