​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin

Bi dawîbûna sala 2021`an rêveberên dibistan û baxçeyên zarokan ên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê li Qamişloyê şahî ji bo xwendekar û şagirtanan li dar dixin.

​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo şahiyên serê salê ji zarokan re hatin lidarxistin
30 kanûn, 2021   12:30
QAMIŞLO

Şahî li baxçeyê zarokan a bi navê Sosin a li navçeya Amûdê, her wiha dibistana Ên Calût ya seretayî û Hesen Mehmûd Xelef ya navîn yên li bajarê Qamişlo hatin lidarxistin.

Rêvebera Bexçeyên Zarokan li navçeya Amûdê Rojîn Şiwêş diyar kir ku ne tenê ew di boneyan de çalakiyan ji bo zarokan lidardixin, di her boneyan de ji bo xistina kêfxweşiyê di nava dilên şagirtan de şahiyan organize dikin û wiha got: “Em bi van şahiyan dixwazin zarokên xwe dûrî rewşa êrişên li ser herêmê bixin.”

Hêjayî gotinê ye Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser di kar û xebatên xwe de xwendekarên xwe ne tenê ji hêla teorî ve perwerde dike ev yek jî ji materyalên wê yên di nava dibistana tê xuyakirin, piraniya biranşên wê bi çalakiyan tê dayîn.

 (sb)

ANHA