Hêzên dagirker li Zirganê zarokek qetil kir

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Zirganê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek welatî birîndar bûn.

Hêzên dagirker li Zirganê zarokek qetil kir
30 kanûn, 2021   15:16
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Zirganê de zarokê bi nave Elam Elî El-Îsa yê 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayekî wî 5 salî birîndar bûn. Zarokê birîndar rakirina nexweşxneyên bajarê Hesekê. Tê gotin ku di êrişa li ser gundên Esediyê yê bakurê navenda navçeyê de birîndarên din hene.

Dagirekr ji baregehên xwe yên li Serêkaniyê, gundên Dada Ebdal, Niwêha, Esediyê, Xidrawî, Um Hermele, Til Werd û Xirbe Şeîr ên Zirganê dane ber topan. Her wiha êrişên xwe yên li ser gundên Til Şenan ê rojhilatê navenda navçeya Til Temirê, Dirdara yê bakurê navenda navçeyê, Um El-Kêf û Til Cuma, Til Gerabêt û Til Kêfcî, Tewîla yên rojavayê navenda navçeyê bi hawan û moşekan zêde kirine.

ANHA