Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê li navçeya Holê hatin şermezarkirin.

Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
Şêniyên Holê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan
30 kanûn, 2021   15:07
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Holê bi meşekê  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan, Kobanê û Til Temirê şermezar kirin. Şêx û rûspiyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û ciwanên şoreger beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya  avahiya Gerînendeya Perwerdê ber bi çerxerêya ketina navçeveyê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên ku bang li dewletên garantor dike ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bikin, hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" û wêneyên rêber rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hatin vekirin.

Meş li çerxerêya sereke ya ketina navçeyê veguherî mîtîngê û li wir hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad Hesen axivî, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser ciwanên Kobanê şeremzar kirin û bang li dewletên garantor kr ku erka xwe il hemberî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin.

Li aliyekî din jî endama rêveberiya Kongra Star a Holê Menal Hisên axivî û got: "Divê em li dijî êrişên ku ewlehî û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, her wiha li dijî kiryarên dewleta Tirk a faşîst û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarê Kobanê, Zirganê û gundewarê wê bisekinin."

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Sultan jî axivî û ev tişt got: "Di demeke ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser hemû astên siyasî, civakî û leşkerî serkeftinan qezenc dike, artêşa Tirk hîn jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî sivîlan sûcan pêk tîne, ji wan Zirgan, Şengal, Til Temir û Kobanê ku di encamê de 5 kes şehîd bûn."

Sultan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin şehîdîn xwe ku em ê heta rizgarkirina erda Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamkirina projeya ku ji bo wê hatin hedefgirtin şopdarên wan bin, her wiha li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bisekinin."

Mîtîng bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA