Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê civîna xwe ya sala 2021’an li Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist, tê de xebatên îsal û çawaniya pêşxistina xebatên xwe di sala bê de nîqaş kirin.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
30 kanûn, 2021   15:50
TEBQA

Di civînê de nûnerên jinan ên meclisên leşkerî û partiyên siyasî, endamên Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn. Civîn li Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/12/30/144008_naymh-alaswd.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre berdevka nivîsgehê Neîme Eswed wiha got: "Digel pêşdeçûnên mezin li herêmê û bandora wê li ser jinan, gelek destkeftî di hemû aliyan de bi dest xistin."

Neîme Eswed wiha domand: "Em piştevaniya ked û nûnertiya jinan, beşdariya wan di tevahî aliyan de û geşkirina çarçoveyên qanûnî, civakî û aborî, dikin. Em ê têkoşîna xwe heta serkeftinê û xwegihandina her jinek di civakê de berdewam bikin."

Dûvre nirxandinên rêber Ocalan ên li ser wekheviya di navbera jin û mêr, jiyana hevbeş û geşkkirina rêgeza jiyana hevbeş de hatin xwendin.

/ar/uploads/files/2021/12/30/144036_smyrh-alhnsh.webp

Her wiha endama rêveber a nivîsgehê Semîre El-Heneş rapora sale xwend û rewşa siyasî nirxand. Her wiha Semîre El-Heneş pêşdeçûnên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin û wiha got: "Hîna Sûriyê di nava krîza hêzên hegemon de ye, mîna Amerîka, Rûsya û Tirkiyê. Ew hêz berjewendiyên xwe li qada Sûriyê dimeşînin."

Di dawiya civînê de planên sala 2022’yan a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin danîn û wiha ne;

-Zêdekirina serdan, panel û hemleyên zanakirinê ji civak û jinan re.

-Vekirina dewreyan ji kesên nexwendî re û perwerdekirina li ser kompîtorê.

-Koordîna bi yekitiya rewşenbîran re were danîn ku serdanên kesayetên jin ên rewşenbîr werin kirin.

-Werşeyên xebatê werin lidarxistin ku jin ji aliyên siyasî û civakî ve werin xurtkirin.

-Temamkirina vekirina komîteyên girêdayî nivîsgehê li gorî pêwîstiyan.

(fr)

ANHA