​​​​​​​Rûsya gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran cebel El-Şêx Berekat ê li derdora bajarê Daret Ize ya gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kir. Her wiha hêzên hikûmeta Şamê herêma Kefer Eme ya gundewarên rojavayê Helebê bi dijwarî topbaran kir.

​​​​​​​Rûsya gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kirin
30 kanûn, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê  (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran çiyayê El-Şêx Berekat ê li derdora bajarê Darit Ize ya gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kir. Agahî derbarê ziyanan de nahatin bidestxistin. Her wiha hêzên hikûmeta Şamê herêma Kefer Eme ya gundewarên rojavayê Helebê bi dijwarî topbaran kir.

(bx)