​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe

Hêzên dagirker piştî ku ava çemê Xabûrê qut kir û herêmên nêzî şer kirin sergo, nexweşxaneya laşmanya li navçeya Til Temirê belav bû û hejmara nexweşan gihaşt 16 hezar û 473 kesî.

​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
​​​​​​​Ji ber qutkirina avê û sergoya çeteyan laşmanya zêdetir belav dibe
30 kanûn, 2021   08:00
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, ava çemê Xabûrê li ser herêmê qut kiriye, di encamê de çem veguherî çiravan. Ev yek bû sedem ku nexweşî belav bibin.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn nexweşên laşmanyayê derman nake û herêmên dagirkirî yên nêzî herêmên şer ên bi Rêveberiya Xweser re veguherandina cihê avêtina çopê, ev jî bû sedem ku nexweşî belav bibe.

Li gorî raporên çepemeniyê derdora 17 kesan li gund û bajarokên Serêkaniyê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, nexweş in û nayên dermankirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku li wan herêman hejmara pêketiyên laşmanyayê gihaştiye 20 hezar kesî.

Hin nuqteyên li herêmên dagirkirî yên nêzî herêmên şer, bûne cihê avêtina çopê û kesên nexweş nayên dermankirin, li aliyekî din jî kanala çemê Xabûrê ji ber ku ava wê kêm bûye, kêzika qûmê ya ku nexweşiya laşmanyayê belav dike, derketiye û ji wir veguhêze herêmên navçeya Til Temir a kantona Hesekê.

Ev kêzik bi rêya xwînê ji kesekî vediguheze kesekî din û li herêmên çandiniyê û gundewaran berbelav e.

Ji destpêka Tebaxa derbasbûyî ve nexweşiya laşmanyayê li Til Temir û gundên wê belav bûye û li gorî aliyên tibî yên li navçeyê 16 hezar û 473 kes bi vê nexweşiyê ketine.

Meha Gulanê çeteyan kanala çemê Xabûr bi satiran ji ser Til Temir qut kir, ev jî bû sedem ku kêzika qûmê derkeve.

Nexweşnaxeya Til Temirê rojane nexweşên laşmanyayê derman dike, lê hejmar zêde dibe û zêde di nav niştecihên herêmê de belav dibe.

Berpirsa tibî ya li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn çavdêriya nexweşiya laşmanyayê dike Hinûf Îbrahîm got, ji Tebaxa derbasbûyî ve hejmara nexweşan zêde dibe ji ber ku kêzika qûmê vê nexweşiyê vediguhêze.

Hinûf Îbrahîm da zanîn ku piştî herêma Serêkaniyê û derdora wê hate dagirkirin ev nexweşî belav bû û girîngtirîn sedemên belavbûna nexweşiyê û bilindbûna hejmara nexweşan ew e ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn wiha dike.

Hinûf Îbrahîm diyar kir ku 16 hezar û 473 kes bi laşmanyayê ketine û hejmar zêde dibe.

Di dawiyê de Hinûf Îbrahîm îşaret pê kir ku Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a girêdayî Rêveberiya Xweser li Til Temirê di hefteyê de 2 derziyan dide nexweşan, ji lewma zext heye û banga çareserkirina rewşê kir.

 (eh)

ANHA