‛Êrişa li Kobanê bersiva çalakiya li Sêmalkayê ye’

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku êrişên ku bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, ragihandina şerekî bi rengekî nû ye.

‛Êrişa li Kobanê bersiva çalakiya li Sêmalkayê ye’
30 kanûn, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Têkildarî hedefgirtina Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve Mihemed Şahîn anî ziman ku berxwedana Kobanê ji bo dagirkeran bû kelem û got: “Dixwazin bi her awayî Kobanê lawaz bikin. Dizanin ku ger Kobanê lawaz bibe dê sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bibe.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn duh tev li bernameya ANHA`yê bû ku der barê êriş û planên dagirkeran ên li ser Kobanê de axivî.

Mihemed Şahîn diyar kir ku encama bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê dê dewleta Tirk êrişên xwe berdewam bike û bang li hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî sîxur û êrişan baldar bin.

EV ÊRIŞ DIYAR DIKE KU ŞERÊ BI RÊNGÊ HATIYE RAGIHANDIN

Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Di salên dawîn de ev çend car e Kobanê hem ji hewa de hem ji erdê ve rastî êrişan tê. Mihemed Şahîn got ji destpêka aloziya Sûriyê heya niha gef û êriş li ser herêmên wan kêm nebûne û got her kes jî dizane ku armancên stratejîk ên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan hene.

Mihemed şahîn der barê mijarê de ev şîrove kir: “Armanca wan ne tenê êrişbirina li ser Rêveberiya Xweser e, xewn û xayalên AKP’ê ku Osmaniya Nû li Rojhilata Navîn vegerîne. Dixwazin sîstemeke radîkal di bin navê îslamê de di Rojhilata Navîn de ava bike. Ev êrişên li ser herêmên me ragihandina şerekî bi rengekî nû ye. Hêzên navneteweyî dagirkeriya herêmê erê nekir. Ji bo nekeve bin barekî siyasî û li dijî wî gelê Tirkiyê ranebe, êrişên xwe bi balafirên bêmirov pêk tînin. Dixwazin sîstema Rêveberiya Xweser lawaz bikin û baweriyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin. Bi ambargoyên aborî, qutkirina ava vexwarinê li ser Rêvberiya Xweser pêk tînin. Armanca wan dagirkirina Sûriyê bi giştî ye. Ji ber wê ev êrişên demên dawî dê berdewam bikin ku hêzên tekildar ên wekî Rûsya û Amerîkayê heya roja îro jî bê helwest in.”

`BERSIVÊN RÛSYAYÊ ME ÎQNA NAKIN`

Mihemed Şahîn got: “Her cara ku êrişên bi vî rengî li ser herêma Firatê pêk dihatin me wekî Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl serdana Fermandariya Leşkerî a Hêzên Sûriyê li herêmê kir.” û der barê bersiva hêzên Rûsyayê de got wan helwestên xwe li dijî bêdengiya artêşa Rûsyayê ya li herêmê nîşan daye, lê heya niha jî ji artêşa Rûsyayê bersivên zelal negirtine, bersivên ku hatine dayîn jî wan îqna nakin. Mihemed Şahîn wiha got: “Ji ber ku beşek ji îtîfaqa navbera dewleta Rûsya û Tirkiyê de hat çêkirin ji ewlehiya herêmê artêşa Rûsyayê berpirsyar e. Li ser armanca sekinandina êrişan artêşa Rûsyayê derbasî vê herêmê bû.”

‘BERXWEDANIYA KOBANÊ JI BO DAGIRKERAN BÛ KELEM’

Ew bajarên ku jê re digotin `ha ket ha dikeve` xwedî girîngiyek cuda ye ku bi berxwedana Kobanê re yekemîn têkiliyên leşkerî bi Koalîsyonê re dest pê kirin, cara yekem têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê li Kobanê eşkere bûn. Mihemed Şahîn, der barê taybetmendî û girîngiya Kobanê de got: “Yekemîn şikestina DAIŞ’ê û avakirina sîstema xweser ji dewleta Tirk re bû kelem. Hebûn û serkeftina Kobanê tê wateya serkeftin û hebûna tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Mihemed Şahîn der barê armanca êrişên dewleta Tirk de got dixwazin berxwedana Kobanê lawaz bikin, û nirxandina xwe wiha domand: “Lewazbûna Kobanê tê wateya lawaziya sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Kobanê bûye sembola cîhanê. Heya niha jî dewleta Tirk dixwaze operasyonek leşkerî li dijî Kobanê bide destpêkirin û dagir bike. Kobanê bajarekî giring e. Dewleta Tirk nekarî ji bo dagirkeriyê ji dewletên navnetewî erêkirinek werbigre. Berxwedaniya Kobanê ji bo dagirkeran bû kelem. Ji ber wê jî AKP dixwaze Kobanê lawaz bike. Ji ber wê jî derbasî rêbazê şerê taybet bû û her wiha êrişên balafirên bêmirov, ambargo li ser herêmê pêk tîne. Dixwaze aramiya herêmê ji her alî de xirab bike ku gel li herêmê nemîne. Bi van êrişên dawî hewildidin di aliyê aborî, civakî, parastin de tirsê ava bike. Heya êrekirinek ji dagirkirina Kobanê werbigre wê berdewam bike.”

Rûxmî ku têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ li Kobanê eşkere bûn jî heya niha dewleta Tirk nehatiye darizandin. Mihemed Şahîn sedema vê bi berjewendiyên dewletan ve girêdide û dibejê: “Divê her kes bizanibê ku serê mar dewleta Tirk e. Dewleta Tirk piştgiriyê dide hemû grubên terrorist. Her kes dibîne ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de çi dike. Lê mixabin hêzên navnetewî ji bo berjewendiyan têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re berdewam dike.”

`BÊ SÎXURAN NE MIMKUN E ÊRIŞAN BIKIN`

Gelek caran dewleta Tirk bi balafirên bêmirov welatiyên herêmê dike hedef. Gelo tenê di aliyê teknîkî de gel hedef hedef tê girtin anku agahiyên îstixbaratî kî dide dewleta Tirk? Mihemed Şahîn wiha bersiv da vê pirsê: “Îstixbarata dewleta Tirk di aliyê teknîk de xurt e. Teknîka leşkerî û îstîxbaratî a NATO bi kar tîne. Lê bê ku hin çavkanî û sîxurên dewleta Tirk li ser erdê tine bin ne mimkune êrişên wiha pêk bîne.  Di nav vê salê de 5 êrişên bi balafirên bêmirov yên encamgirtî pêk hatin ku 10 hemwelatî şehîd ketin û 8 hemwelatî jî birîndar bûn. Gelek êrişên wiha li ser herêma Firatê pêk hatin lê bê encam bûn.”

‘DESTPÊKÊ HEDEF NÎŞAN DAN, PAŞÊ ÊRIŞ KIRIN’

Demeke dîrej e Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji aliyê dewleta Tirk û ENKS-PDK’ê ve tên hedefgirtin. Têkildarî hedefgirtina Tevgera Ciwanan Mihemed Şahîn got: “Ciwanên Şoreşger saziyek civaka sivîl e. Yekitiya ciwanan di cîhanê de bi giştî heye. Saziya ciwanan beşek ê girêdayî hikûmetê beşek jî yên sivîl heye. Hemû xebatên girêdayî ciwanan tên meşandin. Hedefgirtina ciwanan bipeyame. Dema ciwan di çalakiya Sêmalka de piştgiriya xwe nîşan kirin û helwestên xwe diyar kirin li Kobanê yekser rastî êrişa dewleta Tirk hatin. Em ji dewleta Tirk ne xerîb in. Ji ber gelek êriş yekser li hember hemwelatiyan pêk aniye. Dema ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan helwestên xwe yên niştimanî li dijî hêzên ku heya niha li hember şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, alikariya çeteyan dikin û di himbeza dagirkeran de rudinin. Ew nîşan didin AKP wan hedef digre. Li hember tevgera ciwanan şerê taybet tê meşandin, tên reş kirin û paşê jî di aliyê leşkerî de tên hedef girtin. Di dema oxirkirina 5 şehîdan de gelê herêma Firatê û derveyî wê beşdarî merasîmê bûn. Ew bi xwe peyam û helwesteke. Şehîdên me nirxên me ne û gelê me jî xwedî lê derdikeve. Ev her 5 hevalên ciwan jî hevalên hêja bûn. Demek dirêj xebatên niştimanî û şoreşa Rojava meşandin.”

`JI BO LAWAZKIRINA HÊZÊN KURDISTANÊ PLANSAZÎ DANÎNE`

Di nav hefteyekê de gelek bûyer bi hev re qewimîn ku ji hev ne qut in. Piştî êrişa li ser Kobanê, hêzên Iraqê hewl da Mexmûrê dorpêç bikin, beriya du rojan (28 mehê) buroya HDP`ê ya li Stenbolê rastî êrişê hat.

Mihemed Şahîn ev bûyer wek encama plansaziya dewleta Tirk nirxandin û got: “Di beşek Kurdistanê de xurtkirina hêzêkî Kurdî ji beşên din re dibe hêz. Dijmin ji bo hêzên Kurdistanî yên li dijî wê disekinin lawaz bike plansaziyek giştî çêkiriye. Ji ber wê jî yekalî hedef nagire. Xurtbûyîna Rojava tê wateya xurtbuyîna gelê me yê li Başûrê Kurdistanê. Xurtkirina hêza me a siyasî li Bakurê Kurdistanê tê wateya xurtkirina Rojhilatê Kurdistanê. Dewleta Tirk dema armanca lawazkirina Rojava deyne pêşiya xwe gelek cihan hedef digre. Şengal, Maxmûr, qadên Parastina Medya, HDP hedef digre. Xûya dike ku dewleta Tirk planeke berfireh daye pêşiya xwe. Demokratîkbûna Tirkiyê tinebûna rejîma AKP’ê ye, demokratîkbûna Rojhilata Navîn tinebûna rejîmên wekî AKP`ê ne.”

`DIVE HER KES BALDAR BE`

Mihemed Şahîn li dijî sîxur û êrişan jî bang li welatiyan kir ku baldar bin û got: “Balafirên keşfê 24 saetan li ser herêma Firatê digerin. Civaka me tedbîrên xwe digre, hêzên Ewlehiyê hene. Lê teknîka dijmin jî xurt e. Dijmin hemû hêzên xwe yên îstixbaratî xistiye meriyetê ku herêma Firatê bi taybet Kobanê bêaramî bihele. Ger tedbirên me baş nehatiba girtin wê rojanê êrişên wiha pêk bihata. Derdora me hêzên çete ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê heya niha baldarbûn, tedbîrgirtin beşek ji jiyana me ye. Lê dive gelê me zêdetirîn bi baldar be. Divê em ji wan kesên sîxur ku ji bo hin berjewendiyên madî agahiyên îstîxbaratî didin dijmin re hişyar bin.

ANHA