Dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehê li Efrîna dagirkirî ava kir

Çavkaniyan eşkere kir ku çeteyên Firqet Sultan Silêman Şah ên bi navê Emşat yên girêdayî dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehiyê li nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê li navçeya Şiyê ya kantona Efrînê dagirkirî ava kir. Avahî bi çavdêriya komeleya Afad a Tirkî bi piştgiriya Qeterê hat avakirin.

Dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehê li Efrîna dagirkirî ava kir
Dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehê li Efrîna dagirkirî ava kir
Dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehê li Efrîna dagirkirî ava kir
Dagirkeriya Tirk avahiyeke din a mêtingehê li Efrîna dagirkirî ava kir
29 kanûn, 2021   16:24
ŞEHBA

Di çarçoveya rêzesûc û kiryarên li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tên de, çavkaniyên taybet ên ji herêmê belge kir ku çeteyên Emşat ên bi serkêşiya secret Mihemed Casim Ebû Emşe avahiyeke din a mêtingehiyê li navenda Şiyê ava kir.

Çavkanî da zanîn ku karên avakirinê bi çavdêriya endazyarekî tirkî û komeleya Afad a tirkî û bi fînansekirina Qeterê ji vê Adarê de dest pê kirine.

Li gorî çavkanî avahî li têketina navçeyê li kêlek navenda tenduristiyê bi rûbera 4 donim e. Ew erd ê 4 welatiyên navçeyê; Yûsif Mamo, Mistik Îbrahîm, Xoce Hisên û Cemîl Xelê ye û bi zora çekê ji wan hatiye standin.

Xebatên avakirinê berdewam e, heta niha 30 mal ji eslê 200 mal hatine avakirin, li kêlek wê jî çeteyên Emşat mala Osman Omer desteser kir û ji bo projeyê rast kirin.

Çeteyên Emşat li naverast navçeya Şiyê çerxerêyeke bi navê Recep Teyyîp Erdogan ava kir, tê de ala Tirkî bilind kir, her wiha gelek dikanên bazirganiyê bi beşdarbûna berpirseke tirkî û leşkerên Tirk vekirin. Dikaneke mezin a bazirganiyê li şûna dikanên Nezmî Şêxo û Mihemed Îbrahîm li nêzî benzînxaneya Koçer ava kir.

ANHA