Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê şermezar kirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
29 kanûn, 2021   16:08
DÊRAZOR

Bi dehan endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li pêş hola Meclisa Sivîl a herêma Sebe Kêlo kom bûn û daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hikumeta Tirkiyê bi dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê, dizîn, talankirina mal û milkên welatiyan nekir, lê belê dijminatiya wê gihaşt ku gelê Sûriyê yê sivîl ji jin, mêr, zarok û leşkeran qetil bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk komeke ciwanên şoreşger li Kobanê bi balafirên bêmirov hedef gir, di encamê de şehîd û birîndarên ciwan çêbûn.

Ev ne care yekemîn e ku dagirkeriya Tirk welatiyan hedef digire, di rojên borî de li Qamişlo û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk anîn. Ew yek nîşan dide ku dewleta Tirk metirsîdar e. Ji ber ciwan zendên projeyên neteweya demokratîk in, ew hêzên rastîn ên binketina planên dagirkirî û armancên mêtingeriyê ne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku li hember van kiryar û sûcan civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li ku ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê êrişên faşîzmê yên li dijî şênî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike û bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan dike ku bi awayekî cidî tev bigerin, dewleta Tirk û AKP’ê li ser sûcên wê yên bênavber muhasebe bikin.

(fr)

ANHA