Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salen li dar xist, plansaziya sala nû eşkere kir.

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
29 kanûn, 2021   15:33
TEBQA

Civîn li hola civînana  a nexweşxaneya Wetenî, bi beşdarbûna bijîjk, xebatên tenduristiyê yên navendên tenduristiyê û nexweşxaneya Wetenî hate lidarxistin.

Di civînê de Şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriiyê Fîras Îbrahîm lidarxistina civînê li xebatên tenduristiyê pîroz kir û ji ber xebata wan a li hemberî vîrusa koronayê spasiya wan kir. Îbrahîm got: "Sala 2021'an Rêveberiya Xweser, bi saya tevahî karkeran, bi taybet kadroyên tenduristiyê gavên mezin avêtin, nexasim di aliyê têkoşîna li hemberî vîrusa korona de, pêşxitina qada tenduristiyê û belavkirina zanebûna tenduristiyê di nav welatiyan de."

Fîras Îbrahîm rewşa siyasî nirxand, îşaret bi astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêmê kir.

Îbrahîm got: "Em di hemû aliyan de amade ne, hêza me têrê dike ku bersiva her êrişekê li ser xaka me bidin. Em dikarin herêmên xwe bi rêve bibin û pêwîstiya me bi destwerdana derve tune ye."

Piştre rapora salane ya Komîteya Tenduristiyê ji aliyê rêveberê nexweşxaneya Wetenî Ela Osman ve hate xwendin û sînevîzyoneke li ser xebatên komîteyê hate pêşandan.

Di dawiyê de plansaziya sala nû hate eşkerekirin, ji wan vekirina nexweşxaneya welidandinê, sererastkirina navendên tenduristiyê ya li taxa Yekem a Tebqa û gundê Caber û dabînkirina amûra tomografî û mamografiyê ji bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Tebqayê.

ANHA