Ciwanên Holê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Li navçeya Holê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinan Ciwan bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku encamê de 5 endamên tevgerê şehîd bûn, şermezar kirin.

Ciwanên Holê êrişa li ser Kobanê şermezar kir
28 kanûn, 2021   14:25
HESEKÊ

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan ciwanan ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesûn Ewad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Hîn jî dagirkeriya Tirk bê ser û ber û bi balafirên bêmirov, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sivîlên bêguneh hedef digire. Ev jî isbata hovîtî û faşîzma rejîma Tirk dike.

Îro jî dijminatiya Tirkiyê li ser Kobanê dewam dike ku terora DAIŞ`ê têk bir û li cîhanê bû sembola berxwedan û lehengiyê. Her wiha diyar kir ku bombebarana Kobanê nîşaneya têkçûna siyaseta rejîma faşîst a Tirk e. Di dawiyê de em êrişên dagirkeriya Tirk û qetilkirina sivîlên bêguneh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dibêjin, em amade ne rihê xwe fedayî projeya demokratîk bikin û parastina erd û gelê xwe bikin, her wiha em ê heta rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê bikoşin."

(eh)

ANHA