'Çalakiya li Sêmalkayê wê heta wergirtina cenazeyan berdewam bike'

Çalakiya konvendanê ya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û şerezarkirina kiryarên PDK'ê berdewam dike.

'Çalakiya li Sêmalkayê wê heta wergirtina cenazeyan berdewam bike'
28 kanûn, 2021   14:19
QAMIŞLO

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya konvendanê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di 28 û 29'ê Tebaxê di kemîna hêzên PDK'ê de li herêma Xelîfanê  şehîd bûne, di roja 85'an de berdewam dike.

Yekitî û saziyên girêdayî TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo çalakiya îro dewr girtin.

Di bin konê çalakiyê de endamê TEV-DEM'ê yê herêma Dêrikê Mihemed Ebdulezîz axivî, kiryarên PDK û girtina deriyên sînor şermezar kir.

Ebdulezîz xîtabî çekdarên PDK û çeteyên Roj kir: "Nabe  ku hûn bi rêya xweradestkirina ji faşîzma Tirk re xizmeta gelê Kurd bidkin. Ev sixûrî û çetetiyê ye. Kolandina xendeqan li derdora Rojava û girtina deriyan xizmeta ajnîdeyên dewletên faşîst dike."

Ebdulezîz bal kişand ser berxwedana gerîla û got: "Grîlayên ku Kurdistan diparastin û dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê bi hawara Şengal û Hewlêrê ve hatin, bi bêbextî hatin şehîdxistin." Her wiha xîtabî PDK'ê kir " Ne ji gerîla ba hûnê pariyeke hêsan di devê dagirekriya Tirk de bane."

Mihemed Ebdulezîz diyar kir ku çalakiyên li ser sînor wê berdewam bikin, heta ku cenazeyên şehîdan werin wergirtin.

ANHA