Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didome

Çeteyên deweta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê, care sêyemîn e welatiyekî direvînin.

Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didome
28 kanûn, 2021   14:33
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, çeteyên "Cebeha El-Şamiye" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker berî du rojan welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hacî ji navçeya Mabatayê revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku ji dema dagirkirina Efrînê ve Mihemed Hesen Hacî bû 3 car ji aliyê çeteyan ve tê revandin.

Heya niha agahî ji Hacî nayên girtin.

ANHA