Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û Zirganê êrişên artêşa Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temir û Zirganê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
28 kanûn, 2021   14:14
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir dest bi meşê kirin. Beşdaran sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin. Her whia pankartên bi nivîsên "Na ji qetilkirinê re", "Na ji hilweşandinê re" û "Em bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî qetilkirin û koçberkirinê li ber xwe bidin" rakirin.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên Til Temir geriyan û li Çerxerêya Qendîl a ketina Til Temir rawestiyan. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temir Ehmed Heyder bi navê Meclisa Navçeya Til Temir axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker di aliyê exlaqî û siyasî de têk çûye û hemû dewletên di vegera avakirina dewleta Osmanî de, alîkariya wê kirine, têk çûn. Ji mirovahiyê û cîhanê re tabloyeke reş a sûc û komkujiyên rojane li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, pêşkêş kir."

Heyder îşaret bi berxwedana gel û projeya demokratîk a herêmê kir û ev lê zêde kir: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me projeyeke demokratîk pêşkêş kir ku ji aloziya Sûriyê re çareseriyê ye, ji lew re ev dewlet di serî de Tirkiyê şerê me dikin,."

Ehmed Heyder bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê û civata navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk, şermezar kir.

Endamê Meclisa Navçeya Zirganê Mihemed Ebdî jî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên civata navneteweyî êrişî herêmê û sivîlan dike. Ji lew re em banga hesabxwestina ji dagirkeriyê dikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir Mihemed Baqî Kûtê axivî û got, civata navneteweyî hevkara êrişên li dijî herêmên ye.

Di dawiyê de beşdaran sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

(eh)

ANHA